Zelenskiy aşkere kir ku wan li peravên Libyayê li 2 keştiyên Rusyayê xistine

Volodimir Zelenskiy ragihand ku di operasyona li peravên Libyayê de 7 droneyên Ukraynayî hatine bikaranîn û keştiya şer a Rûsyayê “Merkury” hatiye binavkirin, Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza lêpirsînê kir.

Zelenskiy aşkere kir ku wan li peravên Libyayê li 2 keştiyên Rusyayê xistine
23 mijdar, 2026   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişên li ser 2 keştiyên Rus ên li peravên Libyayê ji aliyê hêzên Ukraynayê ve hatiye kirin.

Zelenskiy li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û da zanîn ku di operasyonê de 7 droneyên deryayî yên ji aliyê Ukraynayê ve hatine çêkirin hatin bikaranîn.

Her wiha diyar kir ku di encamê de keşteya şer a Rusyayê “Merkury” hatiye binavkirin û li keştiyeke bar a Rus a bi navê MV Angara hatiye xistin.

Servîsa Ewlekariyê ya Ukraynayê (SBU) îdîa kir ku keştiyên bûn hedefa êrişê yekser tevkarî li kapasîsteya şer a Rusyayê dikirin, lewma hedefên leşkerî yên rewa bûn. Zelenskiy operasyon weke bersiva li êrişên Rusyayê pênase kir.

Rayedarên li rojhilatê Libyayê duh (22 Mijdar) diyar kiribûn ku li Bendergeha Bingaziyê keştiyeke Rusyayê, piştî çend saetan jî li peravên bajêr keştiyeke din bû hedef.

Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî êrişê bêyî ku işaretê bi berpirsyaran bike, daxwaza vekirina lêpirsîneke têkildarî bûyeran kir.