Ji ber teqîna mayinekê li Zirganê 2 kes birîndar bûn

Di encama teqîna mayinekê ya li gundê Xirbet Şiîr ê Zirganê de, 2 kes birîndar bûn.

Ji ber teqîna mayinekê li Zirganê 2 kes birîndar bûn
23 mijdar, 2026   14:49
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ajansa me ji navenda tibî ya li bajarê Til Temirê bi dest xistine, li gundê Xirbet Şiîr ê Zirganê 2 kes dema ku hewl dida bermahiyên traktorekê rakin ku duh (22 Mijdar) pê li mayinekê kiribû, mayineke din bi wan de teqiya û birîndar bûn. 

Li gorî agahiyan kesên birîndar bûne Mihemed Mehmûd Hamid (38) û Silêman Dawûd Mihemed (46) in.

(sb)

ANHA