Serokkomarê Fransayê serdana Iraqê dike

Li gorî agahiyan Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron îro serdana Iraqê dike.

Serokkomarê Fransayê serdana Iraqê dike
17 îlon, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya cîhanê serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron wê îro serdana Iraqê bike. Tê gotin wê bi Macron re, şandeyek ji wezîrên Fransayê, berpirsên leşkerî, ewlekarî û aborî jî amade bin.

Tê gotin wê Macron di serdana xwe ya ji bo Iraqê de, gelek peymanên nû yên aboriyê bi Iraqê re îmze bike.

Li gorî heman çavkaniyan wê serokkomarê Fransayê Macron tevlî Konferansa Bexdayê jî bibe.

Hêjayî gotinê ye Macron cara ewil di sala 2020’an de serdana Iraqê kiribû.