Di êrişên li ser Xezayê de kesek hat kuştin û 7 birîndar bûn

Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de kesek hat kuştin û 7 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de kesek hat kuştin û 7 birîndar bûn
16 mijdar, 2026   22:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî ragihandin ku Yûsif Mihemed Şaban (41) di encama gulebarandina mal û konên koçberên li bjarokê Cibalaya yê bakurê Xezayê de ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Nexweşxaneya Nasir dane, di êrişa droneke Îsraîlê ya li herêma Hemed a bakurê Xan Yûnisê ya li dijî komeke sivîlan de 3 kes birîndar bûn. Di êrişên li ser deverên din ê Xan Yûnisê de jî zarokek û jinek di nav de 4 kes birîndar bûn.

(bb)