‘Hikumeta veguhêz çekên giran ji başûrê Sûriyeyê vedikişîne’

Çavkaniyan ji AFPˊê re ragihand ku ji bo dan û standinên bi Îsraîlê re, hikumeta veguhêz dest bi vekişandina çekên giran ji başûrê welat ber bi Şamê ve kiriye.

‘Hikumeta veguhêz çekên giran ji başûrê Sûriyeyê vedikişîne’
17 îlon, 2025   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê, duh çavkakiyên leşkerî û dîplomatîk ên Sûriyeyî ragihandibû ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê dest bi vekişandina çekên giran ji başûrê Sûriyeyê ber bi Şamê ve kir. Ev gav beriya dan û standinên bi Îsraîlê re pêk tên ku çaverê ye di çend rojên bê de li paytexta Azerbeycanê Bakuyê pêk bên.

Berpirsekî leşkerî yê sûriyeyî ku nexwest nasnameya xwe aşkera bike, diyar kiribû ku ji nêzî 2 mehan ve dest bi vekişandinê kirine. Çavkaniyekî dîplomatîk jî destnîşan kir ku çek nêzî 10 komîlometreyan ber bi başûrê Şamê ve hatin vekişandin û anî ziman ku dê li Bakuyê di 19ˊê Îlonê de hevdîtineke Sûriye-Îsraîlê pêk bê.

Ev gav, piştî kiryarên tundiya mezhebî li Siwêdayê pêk hatin ku di encamê de bi sedan kes hatin qetilkirin û Îsraîlê navenda Wezareta Parastinê ya li Şamê û çend cihên din bombebaran kirin.

Ehmed El Şeri gotibû bi Îsraîlê re dan û standinan ji bo lihevkirineke ewlehiyê dikin da ku artêşa Îsraîlê ji xaka ku piştî Kanûna 2024ˊan kontrol kiriye, vekişe. El Şeri aşkera kir ku armanc ji dan û standinên ew e ku rewşa li başûrê Sûriyeyê vegere beriya lihevkirina ewlehiyê ya 1974ˊan.

Li gorî Reutersê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextê li hikumeta veguhêz dike ku lezê bide dan û standinên bi Îsraîlê re ku lihevkirineke ewlehiyê beriya civîna NYˊyê ya li New Yorkê pêk bê.

(fr)