Li Tengava Hurmizê 2 keştiyên petrolê teqiyan

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku şeva borî li başûrê Tengava Hurmizê 2 keştiyên petrolê bi mayînên deryayî ketin û şewitîn.

Li Tengava Hurmizê 2 keştiyên petrolê teqiyan
16 mijdar, 2026   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran a Îranê diyar kir şeva borî 2 keştiyên petrolê dema ku dixwestin li başûrê Tengava Hurmizê re derbas bibin, xwe li mayînên deryayî dane û teqiyane.

Hat gotin ku di nava her du keştiyan de zêdetirî 4 milyon bermîl neft heye û agir pêketiye.

Her wiha hatiye diyarkirin ku dema keştiyek rakêşanê ji bo alîkariyê xwestiye nêzî keştiya yekem bibe, ew jî bi mayînekê ketiye, teqiyaye û agir pê ketiye.

Artêşa Pasdaran hişyarî da ku her keştiyek dema sîstema xwe ya deryavanî li Tengava Hurmizê bigire û bixwaze bi hemahengiya artêşa Amerîkayê tengavê derbas bike, wê rûbirûyê heman çarenûsê bibe.