Şerê li Xezayê û rexneyên li ser Netanyahu rojevên rojnameyên erebî ne

Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê dewam dikin û bûne sedema trajediya mirovî. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî rastî rexneyên navxweyî û navneteweyî hat ku şer ji bo hesabên xwe yên takekesî bi kar tîne.

Şerê li Xezayê û rexneyên li ser Netanyahu rojevên rojnameyên erebî ne
17 îlon, 2025   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê şerê Îsraîlê yê li Xezayê û rexneyên li ser siyasetên serokwezîr Benjamin Netanyahu û siberoja Rojhilata Navîn de nivîsîn.

‘SIBEROJA ROJHILATA NAVÎN: TUNDRAWÎ KRÎZAN KÛR DIKE’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser aloziyên li herêmê û diyar kir ku Rojhilata Navîn bi dehan salan di pêvajoyeke xerab a nakokiyên îdeolojîk, siyasî û mezhebî de dijî, bûye sedema derketina rewşeke aloz ku rê li ber aramiyê digire. Rojnameyê da zanîn ku tundrawî egera herî berbiçav a kûrkirina krîzan e.

Rojnameyê nivîsî ku komên tundraw ên wekî Hemas, Hizbullah û Hûsiyan ji bo gelên xwe tu çareseriyan pêşkêş nakin. Ew êş û azarê bi kar tînin da ku desthilata xwe xurt bikin, dozên dadmend vediguherînin alaveke dan û standinê ji bo piştgirên xwe yên herêmî, bi taybetî Îranê. Di dawiyê de, welatî dibin qurbanî, ji ewlehî, aramî û pêşveçûnê bê par dimînin û dewlet tê dizîn û li derveyî berjewendiya neteweyî tê bikaranîn.

‘XEZA DIŞEWITE, CÎHAN LÊ TEMAŞE DIKE’

Rojnameya El Xelîc diyar kir ku zêdebûna bombebaranê û seferberkirina hêzan ji bo dagirkirina Xezayê nîşan dide ku Îsraîl êdî ne xema çarenûsa girtiyan an jî pêvajoya dan û standinan e, lê dixwaze "li ser kavilên bajêr xwe wek serkeftî nîşan bide".

Her wiha nivîsî ku Îsraîlê "deriyên dojehê" li bajarê Xezayê vekirin û dest bi "operasyoneke mezin" kir da ku êrişî bajêr bike û çarçoveya sûcê qirkirina berfireh bike. Her wiha plan dike ku nişteciyan derxîne. Ev dîmena trajîk hestên mirovan birîn dike, li ber çavên tevahiya cîhanê pêk tê, lê kesek alîkariyê nake.

‘ÎSRAÎL BI ZÊDEKIRINA ÊRIŞAN BERSIVÊ DIDE CIVÎNÊN BILIND’

Rojnameya El Quds El Erebî, bi tundî rexne li siyaseta Îsraîlê ya li Xezayê kir û da zanîn ku civînên bilind ên navneteweyî jî bandor li Îsraîlê nekiriye.

Rojnameyê destnîşan kir ku yekser piştî civîna bilind a li Dohayê artêşa Îsraîlê operasyona bejayî ragihand û tekez kir ku ev şêwaz ne tiştekî nû ye, ji ber ku piştî Civîna Bilind a Beyrûtê ya 2002`yan jî hikumeta Ariel Sharon bi Operasyona Mertala Parastinê bersiv da Însiyatîfa Aştiyê ya Ereban.

Rojnameyê nivîsî ku bombebaran û wêrankirin ne tenê li ser binesaziya Hemasê pêk tê, lê di heman demê de armanc dike ku sivîlan bitirsîne û wan neçar bike ku birevin, rê li ber koçberiya berfireh vedike. Ev yek bi piştgiriya rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump pêk tê.

(k)