CENTCOM: Îdiya Îranê ya hedefkirina balafirê derew in

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), îdiaya ‘‘balafireke F-16 ya Amerîkayê li ser kendavê bi mûşekeke Îranê ve derbe xwariye‘‘ red kir.

CENTCOM: Îdiya Îranê ya hedefkirina balafirê derew in
21 mijdar, 2026   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) têkildarî îdiaya Artêşa Pasdaran a Îranê ku dibêje wê li kendavê bi mûşekekê li balafireke F-16 ya Amerîkayê daye, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya CENTCOM‘ê de hate gotin, Îran tu balafirên bi vê cûreyê nekiriye hedef û Amerîka tu balafir ji dest nedaye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa tevahî balafirên Amerîka yên li Rojhilata Navîn baş e.

Pasdarên Îranê îro ragihandibûn ku wê duh bi şev balafireke Amerîkayê derbe kiriye û wê neçar kiriye ku mîsyona xwe betal bike.

(bb)