Lutkeya rêberan, şerê Xezayê û pevçûnên li Îranê di rojeva medyaya Erebî de bû

Medyaya Erebî îro li ser 3 mijaran nivîsî, lûtkeya di navbera rêberên DYA, Rûsya û Çînê de, binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê li Xezayê û hewldanên dîplomatîk ên Qeterê ji bo aloziya di navbera Washington û Tehranê de.

Lutkeya rêberan, şerê Xezayê û pevçûnên li Îranê di rojeva medyaya Erebî de bû
16 mijdar, 2026   10:09
NAVENDAS NÛÇEYAN

Rojnameyên îro sibê bal kişandin ser civîna pêşbînîkirî ya di navbera rêberên Dewletên Yekbûyî yên Ammerîkayê, Rûsya û Çînê de, digel binpêkirinên berdewam ên Îsraîlê li Şerîda Xezayê û hewldanên dîplomatîk ên Qeterê yên ji kontrolkirina aloziya di navbera Washington û Tehranê de.

"3 SIWAR" Û CIVÎNA ÇÎNÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset li ser civîna pêşbînîkirî ya di navbera Trump, Putin û Xi Jinping de nivîsandv û destnîşan kir ku ev civîn bûyerek siyasî ya girîng e, ku dişibihe Konferansa Yaltayê ya 1945-an, ku rêberên DYA, Yekîtiya Sovyetê û Brîtanyayê anî cem hev da ku li ser siberoja Ewropayê û qadên bandorê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn nîqaş bikin.

Rojnameyê diyar kir ku civîn dikare bibe alîkar ku alozî kêm bibin û rêyên diyalogê vekirî bimînin, tevî berjewendiyên nakok ên welatên beşdar û armancên serokên wan.

ŞEREKÎ TUNEKIRINÊ YÊ BERDEWAM LI XEZAYÊ

Derbarê pirsgirêka Filistînê de, rojnameya El Xelîc nivîsand ku Îsraîl bi hedefgirtina sivîlan, navendên tenduristiyê û stargehên koçbneran peymana agirbestê ya li Xezayê, ku di Cotmeha 2015an de hatibû ragihandin, binpê dike.

Rojnameyê êroşa li ser Kompleksa Bijîşkî ya Nasir li Xan Yûnisê, ku di encamê de qurbanî û birîndar çêbûn, nîşan da.

Rojnameyê rexne li nekarîna civaka navneteweyî ya bidawîanîna binpêkirinên Îsraîlê kir, tevî şermezarkirinên navneteweyî yên dubare, bo taybet hedefgirtina navendên bijîşkî û xebatkarên tenduristiyê.

DOHA DI NAVBERA REWŞA AWARTE YA NIHA Û ÇARESERKIRINA BERFIREH DE

Rojnameya Lubnanî El Liwaa behsa hewldanên Qeterê yên ji bo kontrolkirina pevçûna di navbera DYA`ê û Îranê de kir.

Rojnameyê diyar kir ku hevdîtinên di navbera Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman El  Sanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump de, bêyî ku rê li ber rêkeftineke dawî ji bo bidawîanîna şer bê girtin, bûn alîkar ji bo rêgirtina demkî ya li hember aloziya leşkerî li herêmê bûne.

Rojnameyê hişyarî da ku berdewamiya rewşa bêçare dikare rê li ber tûrek nû ya aloziyê veke û bal kişand ser girîngiya veguherandina destpêşxeriya Qeterê bo rêkeftineke qonaxî ku karibe rê li ber belavbûna pevçûnê li qadên din ên herêmî bigre.

(k)

ANHA