Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin

Di êrişên hêzên Îsraîlê yên li ser deverên cuda yên Xezayê de 3 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 3 kes hatin kuştin
14 mijdar, 2026   21:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî tibî ji Nexweşxaneya Şîfa ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li herêma Seftawiyê ya Xezayê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Şahidan jî diyar kir ku droneke Îsraîlê li nêzî çerxerêya Ebû Şerx 2 mûşek avêtin komeke kesan. 

 Li herêma Sûdaniyê yê bakurê rojavayê Şerîdê, ji ber gulebarandinê kesek ji milê xwe ve birîndar bû. Li taxa Tufah a rojhilatê Xezayê jî bi dronan mal û tesîs hatin bombebarankirin. Di heman demê de mal û konên koçberan penaberan hatin gulebarankirin.

Li bajarê Xan Yûnisê û devera Mewasî yên başûrê Xezayê 2 kes birîndar bûn.

Çavkaniyên tibî jî da zanîn ku kesê bi navê Nîdal Zeireb ê ku di êrişa beriya 2 hefteyan de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Herêmên rojhilatê kampa Birêc û bakurê wê yên naverasta Xezayê jî bi obîsan hatin topbarankirin. Di êrişa li devera Bilok a nava kampê de zarokeke keçîn ji lingê xwe ve birîndar bû.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji dema ragihandina agirbestê ve nêzî 1643 kes hatine kuştin û 5964 kes jî birîndar bûne.

(f)