Rûsya 99 dronên Ukraynayê rûxandin

Rûsyayê ragihand ku wê 99 dronên Ukraynayê rûxandiye û li  Volgogradê di dema rûxandina dronkê de trafîka trênê sekinî.

Rûsya 99 dronên Ukraynayê rûxandin
27 tîrmeh, 2025   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê yên parastina hewayî 99 dronên Ukraynayê yên êrişî welat kirin, têk birin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dron duh saet navbera 21.00- 05.00’an ê vê sibehê li gorî dema Moskovê hatin rûxandin.

Li gorî wezaretê, hin ji dronan li van herêman hatine xistin: li Bryanskê 36 dron,  li Smolenskê 21, li Kalugayê 10, herêmên Volgograd û Rostovê 9, Kirimê 4, li Voronezh, Kursk û hewza Deryaya Reş 2,  li Moskov 1, Nizhny Novgorod 1 û  Oryol û Tambovê 1.

Rêveberiya Herêma Volgogradê ragihand ku êrişa Ukraynayê bû sedema ketina bermahiyên dronên hatine wêrankirin, û ev yek bûye sedema qutbûna elektrîkê li ser xetên trênê û rawestandina demkî ya trafîka trênê.  Rêveberiyê da zanîn k utu ziyanên mirovî çênebûne.

Li gorî Desteya Hewayî ya Sivîl a Rûsyayê, geştên hewayî piştî nîvê şevê li balafirgeha Volgogradê hatine rawestandin û heta îro sibehê dest pê nekirine.

 (bb)