Di civînekê de siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek berfireh li dar xist. Di civînê de geşedanên dawîn û siberoja Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînekê de siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Di civînekê de siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Di civînekê de siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Di civînekê de siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
Di civînekê de siberoja Sûriyeyê hat gotûbêjkirin
27 tîrmeh, 2025   14:18
QAMIŞLO

Bi armanca gotûbêjkirina geşedanên dawîn li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê civînek berfireh li dar xist.

Civîn li Navenda PYD`ê ya li bajêr bi tevlîbûna rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd, her wiha nûnerên partiyên siyasî, komînan, rewşenbîr, saziyên sivîl û xizmetguzariyê, endamên meclîsa bajêr, malbatên şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star, pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Buroya Rêxistinî ya Giştî ya PYD`ê Valentîna Ebdo axivî û behsa pêşketinên siyasî yên bilez ên li herêmê kir.

Valentîna diyar kir ku veguherînên berdewam ên li Rojhilata Navîn nîşaneyên pêkanîna sistemeke nû li herêmê ye û got,, dewletên serdest, li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî, hewl didin dewletên neteweyî hilweşînin û wan bikin pergal dewletên biçûk.

Her wiha bal kişand ser girîngiya parastina cihêrengiya civakî ya li Sûriyeyê û destnîşan kir ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser modela herî guncaw e ji bo siberoja ewle li Sûriyeyê.

Valentîna Ebdo banga hevgirtina di bin sîwana "Neteweya Demokratîk" de û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir.

di civînê de helwest û nêrînên beşdaran der barê mijarê hat guhdarkirin û bersiva pirsên wan hat dayin.

(k)

ANHA