Rê nadin alîkariyên Rêveberiya Xweser bighêjin Siwêdayê

Karwanê alîkariyê yê ku Rêveberiya Xweser ji bo xelkê Siwêdayê amade kiriye, li benda bersiva hikumeta veguhêz e ku derbasî herêmê bibe.

Rê nadin alîkariyên Rêveberiya Xweser bighêjin Siwêdayê
27 tîrmeh, 2025   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha Siwêdayê piştî komkujiyên dawiyê, alozî û kirîzeke mirovî ya mezin tê jiyankirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangên welatiyên parêzgehê, bersivandin. Rêveberiya Xweser ragihand ku ew bi temamî amade ye alîkariyên mirovî bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkar re ji gelê Siwêdayê re bişîne. 

Li gorî zanyariyan, Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser diyar kir ku wan di çarçoveya alîkariya bi Siwêdayê re karwanê alîkariyan amade kiriye. Lê hîna alîkariyên wan di depoyan de ne. Ew li bendê ne korîdorek mirovî ya bi ewle were vekirin, da ku alîkariyan di zûtirîn dem de derbasî Siwêdayê bikin.

Tê gotin desthilatên hikumeta veguhêz a Sûriyê astengiyan derdixin û heta niha jî bersiveke fermî ji bo derbaskirina karwanê alîkariyan rê venake.

Çavkaniyên Rêveberiya Xweser destnîşan kir wan bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve û Meclisa Rêveber hewldanên xwe kirine korîdoreke ewle ji bo derbaskirina alîkariyan were vekirin. Ji bo alîkarî bêyî tu astengiyan bigihînin kesên zirar di komkujiyê de dîtine. 

Têkildarî mijarê, Hevya Sor a Kurd di 23’yê Tîrmehê de ji bo mexdûrên êrişa li dijî Siwêdayê kampanya alîkariyan ragihand. Di wê çarçoveyê de ji duh êvarê ve li gelek bajaran dest bi kampanya komkirina alîkariyan hate kirin. 

(fr/dc) 

ANHA