Li Siwêdayê di êrişa dronekê de 4 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn

Li bejahiya Siwêdayê 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di êrişa droneke bombekirî de birîndar bûn.

Li Siwêdayê di êrişa dronekê de 4 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn
23 mijdar, 2026   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku droneke bombebarkirî li nuqteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Rîma Hazim ê bejahiya Siwêdayê xist û di encamê de 4 endam birîndar bûne.

Medyaya Sûriyeyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlehiyê ragihand ku komek girêdayê Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê êrişî nuqteyê kiriye. Lê malperên nêzîk Parêzvanên Nîştimanî jî îdia ku komeke girêdayî wê  ji bo rêgirtina li ber hewldana revandina sivîlekî ji nava zeviyên wî yên zeytûnan, êriş pêk anî.

Li gorî çavkaniyên xwecih, birîndar rakirin nexweşxaneya Îzrai ya gundewarê Derayê.

(bb)