Siberoja Rojhilata Navîn û encama şerê DYA-Îranê di medyaya Erebî de

Medyaya Erebî li ser girêdana pevçûnên DYA-Îranê û bandorên wê yên herêmî bi guhertinên siyasî û hilbijartinê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amaerîka û Ewropayê nivîsîn. Ew dibêjin ku encamên van pêşketinan dê bandorê li ser polîtîkayên Rojavayî yên li hember Rojhilata Navîn bike, bi taybet di derbarê ewlehî, aramî û têkiliyên navneteweyî de.

Siberoja Rojhilata Navîn û encama şerê DYA-Îranê di medyaya Erebî de
13 mijdar, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê  DYA-Îranê, digel guhertinên siyasî yên li DYA`ê û Ewropayê û bandora wan li ser herêma Erebî, îro rojeva medeyaya Erebî bû.

Rojnameya Independent Arabia gotarek bi sernavê "Washington û Tehran: Dîplomasî di bin dorpêçê de" weşand, ku tê de behsa "bêçaretiya stratejîk" a ku her du alî pê re rû bi rû ne û nakokiya li ser şertên danûstandinê û rêza pêkanîna sozan

kir. Gotarê destnîşan kir ku xetera herî mezin di wê de ye ku her du alî bi stratejiyek ku ew bawer dikin dê yê din neçar bike ku paşve gav bavêje, dibe ku bibe sedema rageşiyek ku tu alî jî naxwaze.

GUHERTINÊN SIYASÎ LI ROJAVA

Rojnameya Îmaratî El Xelîc gotarek bi sernavê "Partiya Komarî... û Pirsa Girîngtirîn Pirsgirêk" weşand, ku tê de li ser dabeşbûnên di nav Partiya Komarî de piştî windakirina wê di hilbijartinên navîn de, pirsgirêkên ku tevgera MAGA pê re rû bi rû ye, û siberoja têkiliya wê bi Serok Donald Trump re axivî.

Di gotarê de her wiha bangên di nav partiyê de ji bo "nirxandina xwe" ya polîtîka û gotûbêjên xwe yên siyasî hatin destnîşankirin.

Rojnameya Lubnanî El Nehar, di gotarek bi sernavê "Kêmneteweyên Ereb û Misilman li Amerîkayê... û Şerê Îspatkirina Hebûna Wan" de, li ser guhertinên di hilbijartinên dengdêrên Amerîkî yên bi eslê xwe Ereb û Misilman û rola helwestên rêveberiya DYA`ê li ser pirsgirêkên herêmî gotûbêj kir. Di gotarê de her wiha behsa hilbijartina heft endamên van civakan ji bo Kongresê hat kirin.

Di çarçoveyek têkildar de, malpera Îmaratî El Watan gotarek bi sernavê "Dîmena Aloz: Senaryoyên ji bo Avakirina Hikûmeta Îsraîlê ya Siberojê" weşand ku tê de behsa aloziyên rewşa siyasî ya Îsraîlê û îhtîmalên avakirina hikûmeta siberojê, kir.

Di mijara Ewropayê de, rojnameya El Xelîc, di gotarek bi sernavê "Pêla Xwepêşandanên Ewropî û Pirsên Siberojê" de, behsa berfirehbûna xwepêşandanan li çend welatên Ewropî kir û wan bi bihayên bilind û xizaniyê yên ku her ku diçe xirabtir dibin, kêmbûna xizmetguzariyên giştî û krîza baweriyê bi elîtên siyasî ve girêda, her wiha bandorên pevçûnên navneteweyî û zêdebûna lêçûnên leşkerî li ser pêşîniyên civakî.

(k)

ANHA