Artêşa Iraqê wê li Cerf Sexir bi cih bibe

Hate ragihandin ku artêşa Iraqê wê roja Înê li herêma Cerf Sexir ku di bin kontrola Kataîb Hizbûllah a yek ji komên çekdar ên bi piştgiriya Îranê de ye bi cih bibe.

Artêşa Iraqê wê li Cerf Sexir bi cih bibe
19 mijdar, 2026   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sebah Neman ragihand ku li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, biryara pêkanîna baregehek hevbeş a kontrolkirina Cerf Sexir hate dayîn ku girêdayî Fermandariya Hêzên Polîs ên Federal be. 

Berdevkê Fermandariya Giştî Hêzên Çekdarî yên Iraqê Sebah Neman ragihand li ser pêşniyara Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî, fermana dîwanî ji bo avakirina baregeha kontrolkirinê li Cerf Sexirê hatiye derxistin û baregeh dê ji aliyê General Ehmed Hatim Hemîd ve were birêvebirin û dê du cîgirên wî jî hebin.

Sebah Neman da zanîn ku dê çar yekîneyên leşkerî bikevin bin fermana baregehê. Ew jî evin: Lîwayeke Artêşa Iraqê, lîwayeke Polîsên Federal, du lîwayên Desteya Heşdî Şeebî û fewceke Polîsên Petrolê ji bo parastina boriyên petrolê yên herêmê werin bi cihkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku baregeh dê ji her alî ve girêdayî Fermandariya Hêzên Polîsên Federal be.