ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-01-2026
31 cotmeh, 2026   02:00

Xwendekarên li Dêrikê diyar kir ku ew bi salan e bi zimanê xwe yê dayikê perwerde û mezin bûne û nerazîbûna xwe ji ber kêmkirina dersên zimanê kurdî li dibistanan an jî ferzkirina rêbazên xwendinê yên cuda nîşan dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê Dr. Ferhat Têlo anî ziman ku ji beriya destûrekê divê rewşa awarte ji Sûriyeyê bê rakirin, newekheviya di navbera gel û baweriyan de ji holê bê rakirin û got “Destpêkê divê encûmenek ji tevahî pêkhateyan bê avakirin. Partiyên Kurdan jî zû bikevin nava tevgerê û bedenek siyasî ya Kurd ava bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Beriya 12 salan Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibû wêrankirin. Lê niha ev bajar li seranserî cîhanê wek sembola berxwedanê tê naskirin. Ferhan Hec Îsa diyar kir ku niha Kobanê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye, ji ber vê yekê hewcedarî bi piştgiriya navneteweyî heye. (BI WÊNE)

Nanpêjxaneyên giştî li Hesekê dikevin qonaxeke nû ya nûjenkirinê, 5 nanpêjxane têne nûjenkirin û peymanên nûjenkirina 17 nanpêjxaneyên din di çarçoveya bernameya "Nanê Baştir" de hatin îmzekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa bajarê Hesekê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Partiya El Weten El Sûrî bi sernavê "Ji çîrokê heya biryarê hevdîtina jinên welatê Sûriyeyê" komxebatekê li hola Marbela ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)