NY: Divê li Sûriyeyê temsîla pêkhate û jinan bê misogerkirin

Nûnerên dewletan bal kişand ser siberoja Sûriyeyê, beşdariya hemû pêkhate û jinan, saziyên nîştimanî û da zanîn ku divê entegre bidome, pêşîgirtina li ber terorê pêk were, îstîqrar çêbe û rewşa aborî bê başkirin.

NY: Divê li Sûriyeyê temsîla pêkhate û jinan bê misogerkirin
18 mijdar, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di 16`ê Mijdarê (2026) de têkildarî rewşa li Rojhilata Navîn ji bo nîqaşkirina geşedanên li Sûriyeyê, pêvajoya qonaxa veguhêz, entegreya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêşîgirtina li ber terorê, binpêkirinên Îsraîlê û pêdiviyên şêniyan, rûniştina xwe ya bi hejmara 10273’yan pêk anî.

Cîgitê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û cîgirê koordînetorê alîkarîdayînê di rewşên awarte de Mihemed Yehya da zanîn ku pêşketina Sûriyeyê ya di pêvajoya heyî de nayê wateya ku pêdiviyên mirovî bi dawî bûne, ji Kanûna 2024`an de 4 milyon sûriyeyî vegeriyane û bi deh hezaran penaber û koçber jî di dema dawîn de vegeriyane.

Mihemed Yehya der barê domandina xetereya hebûna mayin û bermahiyên şer de hişyarî da û diyar kir ku di encamê de 30 kes hatine kuştin û 80 jî birîndar bûne, hîn jî 730 hezar kes di kampan de dijîn, nêzî 2 milyon kes di zivistanê de bi hacetî destekdayînê ne.

Yehya destnîşan kir ku divê di hemû aliyên qonaxa veguhêz de beşdariya jinan pêşbikeve, bighêje cihê biryardayîn û çareseriya sektora ewlehiyê, her wiha divê çalakvanên jinan, rojnamevanên jin ji şantaj û tundiyê bên parastin, daxwaz kir ku ji bo çareserkirina dosyayên mayî û başkirina rewşê ji bo vegera koçberan, koordîneya di navbera hikumetê û rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê domandin.

Lêkolînera ji Sûriyeyê û parêzvana mafê mirovan Hêma El Yûsifî di dema axaftina xwe de bal kişand ser misogerkirina hebûna jinên Sûriyeyê di nava jiyana siyasî û giştî de, her wiha daxwaz kir ku beşdariya jinan ji bibe roleke çalak a di sazî û navendên biryardanê de, ji bo wan çalakvanên jin parêzbendî hebe.

HELWESTÊN NÛNERÊN DEWLETAN

Di dema axaftina nûnerên dewletan de nûnera daîmî a Denmarkê ya NY’yê Krîstîna Markos Lasin da zanîn ku li Sûriyeyê pêşketin tên dîtin, lê destkeftiyên heyî lawaz in û bi hacetî tesbîtkirinê ne, DAIŞ çalak dibe û divê Îsraîl jî ji xaka Sûriyeyê vekişe, her wiha behsa qonaxa veguhêz kir û diyar kir ku divê ew qonax giştî be, divê jin, ciwan, hemû pêkhate û civaka sivîl beşdarî qonaxê bibin.

Berpirsyara xebatên Rûsyayê ya NY`ê Ana Yevstigneyava bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û geşedanên girêdayî entegrasyonê û pêşxistina têkiliyan û da zanîn ku divê mafên hemû sûriyeyiyan bên misogerkirin, dosyayên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parêzgeha Hesekê yên nehatine çareserkirin, bên çareserkirin, divê Îsraîl ji xaka Sûriyeyê vekişe û rê li ber çalakirina DAIŞ`ê û çekdarên biyanî bê rawestandin, bi hatina zivistanê re şênî bi hacetî destekdayînê ne.

Nûnera daîmî a Brîtanyayê ya NY`ê Sara Makantûş jî bal kişand ser pêşketinên li Sûriyeyê, daxwaza pêşxistina rola zagonsazî û misogerkirina beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê, her wiha bang kir ku dosyaya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bê çareserî hatiye hiştin, bê çareserkirin û entegrekirin û da zanîn ku divê jin beşdarî jiyana siyasî û navendên biryardanê bibin. Her wiha got welatê wê ji bo piştgiriya jinan li Sûriyeyê bi rêya bernameyên perwerde, tenduristî, parastin û pêşxistina aborî zêdetirî 45 milyon dolar pêşkêş kiriye.

DAXUYANIYEKE HEVBEŞ A JI BO BEŞDARIYA JINAN

Her wiha nûnerên çend dewletan daxuyaniyeke hevbeş da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê beşdariya temamker, wekhev û ewle ya jinên Sûriyeyê di cihê biryardayîn û saziyên hikumetê de (hikumeta veguhêz û parlamento) bê misogerkirin.

Di daxuyaniyê de banga beşdariya rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl di sazkirin û pêkanîna plana xebateke nîştimanî ji bo jinan, aştî û ewlehiyê kir, her wiha daxwaz hatin kirin ku çalakvanên jin, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ji şantajê û tundiyê bên parastin.

(sb)

ANHA