Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe

Cotkarên li parêzgeha Hesekê di mewsima çandiniyê ya sala 2026-2027`an de rastî gelek zehmetiyan tên, wekî derengmayîna serfkirina fatoreyan, nebûna mazotê û bihabûna lêçûnan. Cotkaran daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku piştgiriya sektora çandiniyê bike.

Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe
Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe
Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe
Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe
Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe
Li Hesekê rêjeya çandiniyê kêm dibe
20 mijdar, 2026   08:25
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li parêzgeha Hesekê vê salê cotkar rastî gelek zehmetiyan tên, ew nikarin dest bi çandiniyê bikin û di demekê de ku destekdayîna hikumetê tune ye, fatoreyên wan nehatine serfkirin.

Cotkarê bi navê Ekrem Hemo yê ji bajarê Dirbêsiyê destnîşan kir ku neserfkirina fatoreyên genim heta niha bandoreke neyînî li amadekariyên mewsimê çandiniyê yê sala 2027`an kir û wiha got: “Di mewsimê çandiniyê yê heyî û yê sala bê de jî em li hemberî zehmetiyan e.”

Li aliyeke din Ekrem Hemo da zanîn ji ber bilindbûna buhayê toneke tov, nedayîna semadê û nebûna mazota cotkaran zehmetiyên dîtir tên dîtin.

Hikumeta veguhêz toneke genim ji cotkaran bi 46 hezar lîreyên Sûriyeyê yê nû kirî, ew toneke tov bi 440 dolarî difroşe cotkaran.

Hemo diyar kir ku ji bo cotkirinê û amadekariyên mewsimê bê ji ber neserfkirina fatoreyan heta niha pere tune ne.

Li gorî agahiyên ku Hemo wergirtine, nêzî ji sedî 40-60 ji cotkaran li bajarên xwe vê salê dest ji çandiniyê berdane, Hemo dibîne ku heke rewş wiha bimîne wê ev rewş ber bi xerabbûnê ve biçe, hikumet jî tu piştgirî nedaye sektora çandiniyê.

Cotkarê bi navê Xelef Himêdî El Şehadê yê ji gundê El Neweriyê yê bajarê El Şedadê jî da zanîn ku zehmetiya herî giran a ku rastî wan tê nebûna mazotê, bilindbûna buhayê lêçûna çandiniyê, li şûna pereyên Sûriyeyî dan û stendina bi dolar e.

El Şehadê diyar kir ku ji bo ku şênî bikarin çandiniya xwe bikin, di dema heyî de şênî li şûna zeviyên avî berê xwe didin çandiniya pejî.

El Şehadê daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku mazotê bide û buhayê lêçûna çandiniyê li gorî cotkaran û ji bo pêşxistina sektorê kêm bike.

Cotkarê bi navê Nasir El Ehmed ê ji Dirbêsiyê destnîşan kir ku ji ber zehmetiyan ew rastî zêdebûna lêçûna cotkirinê tên, ew heta niha pereyên xwe yên fatoreya genim negirtine û pereyên çinîna zeviyê xwe yê mewsimê borî nedaye û got: “Lêçûna çandiniya yek donimî bi 10 dolaran e.”

El Ehmed da zanîn ku metirsiyên der barê xerabbûna rewşa sektora çandiniyê hene, ev dihêle ku cotkar berê xwe bidin derveyî welat an çûyîna parêzgehên din ên li Sûriyeyê.

(sb)

ANHA