ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-11-2026
20 mijdar, 2026   02:00

Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso got aliyên têkildar berpirsên derengmayîna vegera koçberan in. Tenê ji sedî 20 malbatên koçberan vegeriyane, hîna malên koçberan desteserkirî ne û garantî nayê dayîn ku bi ewle vegerin.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xwendekarên ji Dirbêsiyê daxwaz kir ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bidomînin û got wan bi salan bi zimanê kurdî xwendiye û nikarin derbasî zimanê erebî bibin.   (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêveber û endamên Kongra Star ên Amûdê da zanîn ku jin çi qasî xwe bi rêxistin bikin ew qas dikarin li hember tundî û zayendperestiyê tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên li parêzgeha Hesekê di mewsima çandiniyê ya sala 2026-2027`an de rastî gelek zehmetiyan tên, wekî derengmayîna serfkirina fatoreyan, nebûna mazotê û bihabûna lêçûnan. Cotkaran daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku piştgiriya sektora çandiniyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbatên ji Kobanê ji ber bilindbûna nirxên sotemeniyê û derfetên kêm yên aborî, neçar dimînin ku bi betaniyan xwe germ bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

 Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê kampanyaya Newrozê dê çalakiyekê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê li dar bixe, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Festîvala 6’an a Sînemayê ya Rojava di roja 8’an a dawî de li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi dawî dibe, saet 13.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)