ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-10-2026
8 cotmeh, 2026   02:00

Endama Heyva Sor a Kurd Nûha Ehmo ji bo pêkanîna lênerînên têkildarî tespîtkirina zû ya penceşêra memikan da zanîn ku tespîtkirina nexweşiyê di demeke zû de, derfeta dermankirinê û başbûnê zêde dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Sekreterê giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê Sabit El Cewher destnîşan kir ku pêşxistina aştiya civakî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de girîng e, qonaxa heyî bi hacetî hevgirtina di xebatên nîştimanî de û dûrketina ji gotara nefret û fitneyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li bajarê Girkê Legê cotkaran daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku pereyên wan ên genim zû bide da ku dest bi demsala nû ya çandiniyê bikin.( BI WÊNE Û DÎMEN )

Hevserokê Kongra Îslama Demokratîk mela Mihemed Reşîd El Garzanî got zimanê nefretê civaka Sûriyeyê tehdît dike û bang li zanyarên olî û rûspiyên eşîran kir ku hezkirin û xwişk û biratiyê di nava civakê de belav bikin.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnameger Selahattîn Soro da diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ruxmê ku Komploya Navneteweyî li hember wî dest pê kiribû jî di 13’ê Îlona 1998’an de bi peyamekê di MED TV'yê de careke din banga xwe ya 1’ê Îlona 1998’an a agirbestê ji raya giştî ya cîhanê re dubare kir. Soro got “Di wê peyamê de Rêber Apo got eger dewlet maf û nasnameya gelê Kurd nas bike, ew amade ye PKK'ê fesih bike.” .( BI WÊNE Û DÎMEN )

- Koma 4’an a koçberên Serêkaniyê ya ku ji zêdetirî 500 malbatan pêk tê ji Hesekê berê xwe didin deverên xwe, saet 08.30’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şandeya jinan a  nûnerên şaredariyên DEM Partiyê ya Bakurê Kurdistanê bi Gerînendeya Herêma Qamişloyê re dicive, saet 11.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi armanca redkirina Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê ya dayîna 3 waneyên bi zimanê Kurdî di hefteyekê de xwendekarên Dibistana Eqebê ya Dirbêsiyê daxuyaniyek didin, saet 10.00’an, ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarên Til Temir û Zirganê li pêş navenda PYD’ê ya Til Temirê daxuyaniyekê didin, saet 11.00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de xelkê bajarê Amûdê çalakiyekê ji Qada Jina Azad ve li dar dixe, saet 10.00’an, her wiha xelkê bajarê Tirbespiyê jî meşekê ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan li dar dixe, saet 11.00’an, xelkê bajarê Qamişloyê jî meşekê ji Çerxerêya Sonî ve li dar dixe, saet 11.00’an, her wiha xelkê Dirbêsiyê jî meşekê organîze dike, saet 17.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Xelkê Dêrikê 29 şehîdên Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê yên ku di êrişa hewayî ya Tirkiyeyê li dijî Akademiya Şehîd Nesrîn a gundê Hemze Bek ê herêma Koçerat a Dêrikê sala 2023’yan de şehîd bûbûn bi bîr tîne, saet 09.30’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)