Xwendekarên Dirbêsiyê: Çalakiyên me dê bidomînin

Xwendekarên ji Dirbêsiyê daxwaz kir ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bidomînin û got wan bi salan bi zimanê kurdî xwendiye û nikarin derbasî zimanê erebî bibin.

Xwendekarên Dirbêsiyê: Çalakiyên me dê bidomînin
Xwendekarên Dirbêsiyê: Çalakiyên me dê bidomînin
Xwendekarên Dirbêsiyê: Çalakiyên me dê bidomînin
Xwendekarên Dirbêsiyê: Çalakiyên me dê bidomînin
20 mijdar, 2026   02:35
HESEKÊ

Li bajarê Dirbêsiyê çalakiyên gel ji bo perwerdeya kurdî didomin. Xwendekar dibêjin ji mafê wan e ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Xwendekar Dilvîn Derwîş got ew niha refa 11`emîn e, ji dibistana seretayî heyanî amadeyî bi zimanê kurdî dixwîne. Zimanê kurdî nasname û parçeyekî girîng ê jiyana wê ye. Dema ku ew daxwaza perwerdeya kurdî dikin nayê wateya ku zimanê erebî qebûl nakin. Ew dikarin hînî zimanên dîtir jî bibin lê mafê wan heye ku perwerdeya xwe bi kurdî bidomînin.

Dilvînê da zanîn ku heyanî daxwazên wan pêk bên ew ê çalakiyên xwe yên ji bo perwerdeya kurdî bidomînin.

Dildar Mecdel jî refa 9`em dixwîne û got ziman ne tenê ji bo dan û standinê ye, lê ew nasnameya wan a çandî û neteweyî ye. Heke bi kurdî bixwînin dê zimanê wan bê parastin û veguhêzin nifşên dîtir.

Dildar di berdewama axaftina xwe de got ew hîn bûne bi zimanê kurdî bixwînin û ew nikarin bi zimanekî dîtir bidomînin. Ew daxwaz dikin ku perwerdeya xwe bi kurdî bidomînin.

Di dawiyê de Dildar got gelê Kurd ji bo ziman û nasnameya xwe biparêze gelek bedel dan û ew ê ji bo vê yekê tê bikoşin. Ew bang li her kesî dike ku xwedî li têkoşîna wan derkevin da ku ew bigihêjin mafên xwe û bi zimanê kurdî xwendina xwe bidomînin.

(np)

ANHA