Li Dêrazorê di xeta gazê de teqîn

Li Dêrazorê di xeta gazê ya li nêzî bîra Malhe de teqîn çêbû. Hêzên Ewlekariya Hundirîn tercîh kir ku ji ber kiryara texrîbê yê bi zanabûn e.

Li Dêrazorê di xeta gazê de teqîn
19 mijdar, 2026   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li xeta gazê ya li bajarokê Ruweşid ê bakurê Dêrazorê, li ser rêya Dêrazor-Hesekê ku bi rêya Xurafî tê nasîn, teqîn çêbû. Lê birîndarî nehatin tomarkirin.

Gerînendeyê Awarte û Rêveberiya Karesatan a Dêrazorê Ziyad El Ebûd ji SANA’yê re got sedema teqînê hîna nenas e û destnîşan kir ku tîmêmn taybet berê xwe da cihê bûyer û tîmên girêdayî Wezareta Eneriyê jî valveyên ewleyê girtin ku gaz nehrike.

Li aliyekî din jî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku datayên teqînê dişopînin û got li gorî agahiyên destpêkê teqîn ji ber kiryarekî texrîbê yê bi zanabûn pêk hatiye.

(f)