ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-10-2026
2 cotmeh, 2026   02:00

Xwendekarên bajarokê Til Marûf diyar kir ku wan ji pêşdibistanan hetanî niha bi kurdî xwendiye û xwest perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bidomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Şêniyên Girkê Legê destnîşan kir ku ji ber bilindbûna buhayên sotemenî û madeyên esasî yên debarê, ew di rewşeke jiyanî ya zehmet de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên bajarê Hesekê destnîşan kir ku wan hîna pereyên genim wernegirtine û ew nikarin amadekariya demsala çandiniyê ya nû bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîran got Sûriyeyê di pêvajoya veguhêz re derbas dibe û divê her berpirsyar nêzî çareserkirina pirsgirêkan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

3 xwişkên ji gundê El Şêx Elî yê Til Temirê bi salan ji ber şer ji mala xwe dûr ketin. Her sê xwişk li herêmên cuda koçber bûn û piştî vegeriyan gundên xwe malên xwe wêrankirî dîtin. Di demekê de ku dabînkirina pêdiviyên jiyanê zehmet bûye, ev xwişk ji bo hev bûne palpişt. (BI WÊNE Û DÎMEN)