Xebatên tamîrkirina stasyona Elokê bi dawî bûn; ji sibe ve av tê berdan

Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hesekê ragihand ku xebatên tamîrkirinê li stasyona Elok bi dawî bûn û dê ji sibe ve av dîsa were berdan.

Xebatên tamîrkirina stasyona Elokê bi dawî bûn; ji sibe ve av tê berdan
30 cotmeh, 2026   22:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê ya Hesekê diyar kir ku xebatên tamîrkirinê li stasyona Elokê bi dawî bûn û diyar kir ku dê ji sibe (31 Cotmeh) saet 09.00‘an ve av dîsa ber bi stasyona Himê ve were berdan.

Li gorî şîrketê, berdana avê ji stasyonê nayê wateya ku dê av yekser li taxan bê belavkirin, lê dê li gorî bernameya hatiye diyarkirin were belavkirin.

25‘ê Cotmehê Şîrketa Giştî ya Ava Vexwarinê aşkera kiribû ku bi armanca tamîkirina stasyona Elokê dê 5 rojan av were qutkirin.

(bb)