ROJEVA NAVENDA NÛCEYAN-29-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛCEYAN-29-10-2026
29 cotmeh, 2026   02:00

Endamê Saziya Olî û Kongreya Îslama Demokratîk mela Hemze Yunis êrişên li hember gelê Kurd şermezar kirin û got “Em wek Kurd û Ereb jiyaneke hevbeş a li ser esasê biratiyê, rastiyê û rehmê dixwazin.” BI WÊNE Û DÎMEN.

Mamosteya û endama Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen bertek nîşanî biryara hikumeta veguhêz a Şamê ya ji bo Zanîngeha Rojava da û got “Ev biryar wek siyaseta Kembera Erebî ye, nasnameya herêmê li ber çavan nagire. Heta em bigihêjin mafên xwe em ê nesekinin.” BI WÊNE Û DÎMEN

Li Çilaxayê jinan got divê li Sûriyeyê ziman û çanda gelê Kurd were naskirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê diyar kir ku destdirêjî li koçberên Girê Spî hatiye kirin û daxwaza edaletê kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Bihayê sotemeniyê bandoreke rasterast li buhayên kel û pelan kiriye. Şêniyên Kobanê ji ber bihabûna kel û pelan helwestên xwe anîn ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

- Saziya Xizmetguzariyên Civakî û Geşepêdanê ya Jinan li Hesekê paneleke diyalogê bi sernavê “Na ji guleavêtinê re di tevahî boneyan de” li dar dixe, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Kongra Star li bajarên Çilaxa û Girkê Legê ji bo nîqaşkirina rewşa rêxistinê, xerbatên hatine kirin û ji bo palansaziyê konferansan li dar dixe, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê ji bo redkriina biryara entegrekirina Zanîngeha Rojava bi Zanîngeha Firatê re daxuyaniyekê li Fakulteya Perwerdê û Avahîsaziyê ya Qamişloyê dide, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê 2 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan oxir dike, saet 16.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN