Li Qamişlo û Dêrikê xwendekar ji bo zimanê kurdî û Zanîngeha Rojava meşiyan

Xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê bi boneya Roja Xwendekaran a Navneteweyî meş li dar xistin. Xwendekaran daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî kir û piştgiriya xwe ya ji bo Zanîngeha Rojava anî ziman.

19 mijdar, 2026   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya Roja Xwendekaran a Navneteweyî (17’ê Mijdarê), xwendekarên li Qamişlo û Dêrikê meş li dar xistin û daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

XWENDEKARÊN LI QAMIŞLOYÊ: EM ZIMANÊ XWE DIPARÊZIN Û PIŞTGIRIYA ZANÎNGEHA ROJAVA DIKIN

Meşa xwendekaran li Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî dest pê kir. Xwendekaran di meşê de daxwaza parastina mafên xwe yên zimanî kir û piştgiriya xwe ji bo Zanîngeha Rojava anî ziman.

Beşdaran dirûşmên ku pabendbûna xwe ya bi zimanê dayikê û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî dikir, qîr kirin.

Di meşê de xwendekar Diyana Ebdî û Bêrîtan Necîm li ser navê xwendekaran daxuyanî bi kurdî û erebî xwend. Daxuyaniyê binpêkirinên li dijî Zanîngeha Rojava û xwendekarên wê şermezar kirin û bang li hemû xwendekarên li Rojava kir ku têkoşîna xwe ya ji bo parastina ziman, nasname û hebûna xwe bidomînin.

XWENDEKARÊN LI DÊRIKÊ PABENDIYA XWE YA BI MAFÊ PERWERDEYA BI ZIMANÊ KURDÎ ANÎ ZIMAN

Li bajarê Dêrikê, îro bi sedan xwendekar ji Navenda Perwerdeyê ya li bajêr meşiyan. Beşdarên meşê pankartên "Zimanê kurdî hebûna me ye" û "Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye” hilgirtin.

Dema ku xwendekar gihîştin navenda bazara navendî ya bajêr, li ser navê xwendekarên Dêrikê daxuyaniyek ji hêla xwendekara bi navê Aya Silêman ve hate xwendin. Daxuyaniyê destnîşan kir ku xwendekar hêza şoreşan in û mafên xwe li hember neheqî û zilmê diparêzin.

Di daxuyaniyê de ji hikumeta veguhêz hat xwestin ku tavilê daxwazên xwendekaran bi cih bîne, rêzê li çalakiyên xwendekaran bigire û astengiyan li pêşiya wan dernexe.

(k)

ANHA