ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-11-2026
19 mijdar, 2026   02:00

Berpirsê Nivîsgeha Hevgirtina Civakî ya Saziya Aştiyê ya El Emel Hejar Emîn û parêzer Ebîr Hesaf ji bo zimanê nefretê ziyanê nede civaka Sûriyeyê daxwaz kir ku qanûn çalak bibin û li pêşiya belavkirina wê bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlman a Rojava Mîrzan Bekir diyar kir ku ew hewl didin nasnameya sînemaya kurdî di asta navneteweyî de xurtir bikin û bi rêya fîlman çîrokên şoreşê û dengê gel ragihînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Jinên çalakvan bal kişand ser girîngiya pêşxistina hişmendiya mafên jinan ên qanûnî û civakî, derketina li hember cureyên tundiya li dijî jinan û da zanîn ku divê çanda rêzdariya li hemberî jinan û redkirina zîhniyeta baviksalar bi pêş bikeve û têkoşîna ji bo bidestxistina mafan bê domandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza kêmkirina buhayê mazota germkirinê û dabînkirina mazotê li gorî mûçeyên şêniyan kir û da zanîn ku malbat bi hatina zivistanê re nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Xelkê Girkê Legê û Rimêlanê daxwaz ji aliyên têkildar kir ku rêya kemberê ya bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê bê sererastkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di çarçoveya çalakiyên 25‘ê Mijdarê de Kongra Star li bajarên Girkê Legê, Dirbêsiyê û Til Temirê meşan li dar dixin, li Qamişloyê jî semînerekê dide, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan der barê qanûnên parastina jinan de panelekê li navenda xwe ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Meclisa Kongra Star a Kobanê konferansa xwe li hola Newroz li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Komîteya Amadekar a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol têkildarî amadekariyên vekirina pêşangehê daxuyaniyekê li pêşiya Pirtûkxaneya Şilêr a bajarê Qamişloyê dide, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6‘emîn di roja 7‘an de li bajarê Qamişloyê dewam dike, saet 13.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).