Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn

Şêniyên Dêrikê şehîdên gundê Teqil Beqil ên ku di bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
Şehîdên gundê Teqil Beqil bi bîr anîn
19 mijdar, 2026   14:41
QAMIŞLO

Şêniyên Dêrikê ji bo salvegera şehîdên gundê Teqil Beqil ên ku di 20`ê Mijdara 2022`yan de di bombebarana artêşa Tirk de şehîd bûbûn, li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê merasîmeke bîranînê li dar xist.

Di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a li ser gundê Teqil Beqil de 11 kes şehîd bûbûn ku di nava wan de nûçegihanê ajansa me Îsam Ebdullah jî hebû.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Derwîş axivî û diyar kir ku bîranîna şehîdên Teqil Beqilê û hemû şehîdên azadiyê bi rêya şopandina doza wan pêk tê.

Li ser navê Însiyatîfa Gel a Dêrikê Rojîn Çeto axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina doza wan da.

Merasîm bi pêxistina mûman ji bo bîranîna şehîdan û berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(k)

ANHA