Ji ber nebûna sotemeniyê xwe bi betaniyan germ dikin

Malbatên ji Kobanê ji ber bilindbûna nirxên sotemeniyê û derfetên kêm yên aborî, neçar dimînin ku bi betaniyan xwe germ bikin.

Ji ber nebûna sotemeniyê xwe bi betaniyan germ dikin
Ji ber nebûna sotemeniyê xwe bi betaniyan germ dikin
Ji ber nebûna sotemeniyê xwe bi betaniyan germ dikin
Ji ber nebûna sotemeniyê xwe bi betaniyan germ dikin
20 mijdar, 2026   07:15
KOBANÊ
SILAVA OMER

Di ‏demekê de ku sermaya zivistanê dijwartir dibe, gelek malbatên li bajarê Kobanê ji ber giranbûna buhayê mazotê, di rewşeke pir dijwar de dimînin. Yek ji wan malbatan, malbateke li bajêr e ku heta niha di nava vê sermaya dijwar de bêyî alavên germkirinê jiyana xwe didomîne.

Malbat di rewşeke gelekî zehmet de dimîne, lê dayik ji bo ku bikare debara zarokên xwe bike û wan di van şert û mercên giran de xwedî bike, di dikanekê de dixebite. Lê dahata wê ya kêm têra pêdiviyên rojane nake, bi taybetî piştî bilindbûna buhayê mazotê ku kirîna wê ji bo malbatên kêmderfet bûye barekî giran.

‏Zarokên vê malbatê di odeyên sar de dijîn û dayika wan Meyada Kenco hewl dide hem li dijî nexweşiya xwe û hem jî li dijî xizanî û sermayê li ber xwe bide. Dayik bi nexwşiya penceşêrê ye, tevî êş û nexweşiya wê dayikê jî debara jiyana xwe û zarokên xwe dike.

Meyada Kenco diyar kir ku tevî rewşa wê ya tendirustî ne baş ku bi nexweşiya penceşêrê ye û got: “Ez neçar dimînim ku di dikanê de di bin betaniyê de rûnim û karê xwe bikim da ku debara jiyana xwe û zarokên xwe bikim.”

Meyadayê got: “Mazot biha ye, ma ez ê derziya nexweşiya penceşêrê dabîn bikim an ez ê mazotê dabîn bikim?”

Meyadayê bal kişand ser serma û zehmetiyên şêniyên bajêr û got: “Li Kobanê gelek malbat hene ku rewşa wan a aborî gelekî xirab e û nikarin nanê zarokên xwe peyda bikin, îcar ew ê çawa bikarin mazot û sotemeniyê bikirin?”

Meyada Kenco bang li aliyên peywendîdar kir ku li rewşa welatiyan binêrin û ji bo sivikkirina barê li ser milê xelkê di vê zivistanê de, buhayên mazot û sotemeniyê daxin.

(so)

ANHA