Macron: Lûtkeya Trump, Xi û Pûtîn pergala nû ya cîhanê ava nake

Macron diyar kir ku lûtkeya di navbera Trump, Xi û Pûtîn de cîhanê ji nû ve ava nake.

Macron: Lûtkeya Trump, Xi û Pûtîn pergala nû ya cîhanê ava nake
19 mijdar, 2026   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku daxuyaniya hevpar a ku piştî civîna sêalî ya Trump, Xi û Pûtîn hat dayîn, nayê wateya ji nû ve avakirina cîhanê û bi kongreya Yaltayê ya 1945’an re nayê hevrûkirin.

Macron îro li Berlînê, piştî civîneke hevalbendên Ukraynayê axivî û diyar kir ku ev civîna li paytexta Almanyayê ji bo diyarkirina paşeroj û ewlehiya Ewropayê faktoreke krîtîk e.

Serokê Fransayê bang li hevalbendên Kîevê kir ku hemû hewldanên pêwîst bikin da ku pergalên parastina asîmanî yên hewcedariya Ukraynayê dabîn bikin û pêşînî ew e ku ev pergal ji bo parastina sivîlan bên bicihkirin.

Macron xwest ku mijara tevlêbûna Ukraynayê ya NATO’yê careke din were rojevê û anî ziman ku helwesta Rûsyayê pêwîst dike ku ev vebijark ji nû ve were nirxandin.

(f)