ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-10-2026
30 cotmeh, 2026   02:00

Rêxistin û siyasetmedarên jin di vê hefteyê de xebat û çalakiyên girîng bi rêxistin kirin. Kongra Star amadekariya kongreya xwe dike. Ji bo Werîşe Mûradî jî kampanya bi rêxistin kirin. (BI WÊNE). 

Parêzer Mesûd Mihemed Elî da zanîn ku taloqkirina nivîsandina destûrê, Sûriyeyê dibe sedema ku sazî lawaz bibin, baweriya welatiyan bi dewletê kêm bibe û aramî li welêt çênebe. (BI WÊNE  Û DÎMEN).

Endamên Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê-Girkê Legê Seyîd Mele Yûsif û Sibhî Ehmed diyar kir ku parastina zimanê kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û hebûna wê ya li saziyên fermî mafê esasî yê gelê Kurd e. (BI WÊNE  Û DÎMEN).

Delegeyên konferansa Kongra Star a bajarê Qamişlo diyar kir ku wan di çarçoveya jinûveavakirinê de konferansa xwe li dar xistiye û ji bo wan gavekî dîrokî ye. (BI WÊNE  Û DÎMEN).   

Şêniyên Çilaxayê destnîşan kir ku hinek alî hene dixwazin îstiqrara li herêma Cizîrê bi belavkirina kînê û nefretê di navbera pêkhateyan de têk bibin û bal kişand ser girîngiya pêşxistina hişmendiyê û rêzdariya li hemberî pirrengiyê. (BI WÊNE  Û DÎMEN).

Li Kobanê berhevkirina zeytûnan dest pê kiriye. Cotkar û xwediyên guvaşgehan diyar dikin ku berhema îsal li gorî sala borî gelekî kêm e. (BI WÊNE  Û DÎMEN).