ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-11-2026
6 mijdar, 2026   02:00

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku ew bi jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ve girêdayî ne û hewldanên derxistina fitneyê û provokasyonan qebûl nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hozan Girkundê da zanîn ku zimanê kurdî di platforma Wîkîferheng de li ser asta cîhanê di rêza heştemîn de ye û bang li nifşên nû û rewşenbîran kir ku bêjeyên kurdî yên windayî kom û belge bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hebûna mayinan û wêraniya avahiyan jiyana zêdetirî 200 xwendekarên Dibistana Şehîd Ehmed El Wecerî ya li bakurê Til Temirê rastî xetereyê tîne. Hin malbat zarokên xwe naşînin dibistanê, daxwazên rakirina bermahiyên şer, temîrkirina dibistanê û peydakirina pêdiviyên esasî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Konferansa xwe ya 10‘emîn li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).