Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja 7’emîn de didome

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn di roja xwe ya 7’emîn de bi beşdariya sînemahezan didome.

Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja 7’emîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja 7’emîn de didome
Mîhrîcana Fîlman a Rojava di roja 7’emîn de didome
19 mijdar, 2026   14:42
QAMIŞLO

Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya Navneteweyî ya 6’emîn ku bi dirûşma “Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad” ji aliyê Komîna Fîlm a Rojava ve li Hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê tê lidarxistin, di roja 7’an de didome. 

Îro di saetên serê sibehê de derhêner Leena Manimekalai li SîneJînê li gel nîşandana fîlmê “Maadathy – An Unfairy Tale” ezmûna xwe ya çêkirina fîlman parve kir.

Her wiha fîlmên “The Village Roster” û “Mîrza” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hatin nîşandan.

Saet di 15.00’an de jî ji derhênerê fîlma “Silvered Water, Syria Self-Portrait” Ossama Mohammed dê li TEV-ÇAND’ê behsa çêkirina sînemayê ya di şert û mercên dîktatoriyê de bike.

Piştî wê jî li Navenda Mihemed Şêxo dê fîlmên kurt ên kurdî “Ishaq” û “Fountain” werin nîşandan. Fîlmê “As We Breathe” jî dê êvarê bê pêşandan.

Mîhrîcan sibê bi dawî dibe.

(bî)

ANHA