El Şeybanî û Bin Ferhan li Riyadê civiyan

Wezîrê Derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi hempîşeyê xwe yê Siûdî re li Riyadê rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî û pêşdeçûnên rewşên herêmî nîqaş kirin.

El Şeybanî û Bin Ferhan li Riyadê civiyan
19 mijdar, 2026   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed Hesen El Şeybanî bi Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan Al Siûd re li Riyadê civiyan, rêbazên pêşxistina têkiliyên dualî û pêşdeçûnên herêmî nîqaş kirin.

Ajansa SANA’yê bi bîr xist ku di hevdîtinê de encamên serdana berê û rêbazên şêwirê di navbera her du aliyan de ku bikevin xizmetê her du welatan û alîkariyê bide ewlehî û aramiya herêmê hatin gotûbêjkirin.

El Şeybanî got ku Sûriye êrişên Koma El Hûsî ya li dijî Siûdiyê şermezar dike û welatî wî piştgiriyê dide Siûdiyê û li kêlekê ye.

(f)