Meclisa Kongra Star a Kobanê konferansa xwe li dar xist

Meclisa Kongra Star a bajarê kobanê bi dirûşmeya’’ Bi rihê komîn,em ê pêşengtiya înşaya demokratîk bikin’’  konferansa xwe li dar xist û rêveberiya nû hilbijart.

19 mijdar, 2026   17:23
KOBANÊ

îro Meclisa Kongra Star a Bajarê Kobanê konferansa xwe bi dirûşma "Bi rihê komîn, em ê pêşengtiya înşaya demokratîk bikin " li hola Nawroz konferansa xwe li dar xistin. Di konferansê 1200 Jin ji bajarê kobanê û gundewarên wê, Nûnerên rêxistinên jinan, karmendên saziyên sivîl û leşgerî, endamên Kongra Star, çalakvanên jin, parêzvanên mafên jinan û nûnerên partiyên siyasî, saziya malbatên şehîdan amedebûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordinasyuna Kongra star a Rojavayê Jiyan  Jiyan Husên li rola jinan di daqa siaysî de wiha got’’ Em ê bi vê konferansê rêxistinbûna xwe xurt bikin û mafên jinan misoger bikin. Jiyan Husên konferansê konferans li hemû mêvanan, li ciwanên Kobanê pîroz kir.

 Jiyan Husên bal kişand ser dîroka têkoşîna jinan û got: "Ji dema ku Tevgera Azadiyê hate şoreşa Rojava avakirina Kongra Star ku ev 21 sal in li Rojava xwe birêxistin dike. Îro jî bi lidarxistina vê konferansê em ê xwe ji nû ve ava bikin.”

 Jiyan Husên qonaxa heyî nirxand û destnîşan kir ku sala 2026'an bi serê xwe qonaxeke zehmet bû.

 Jiyan di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku encamên vê konferansê ji bo nû avakirinê û misogerkirina mafên jinan û got: "Çawa ku me li hemberî rejîma Baasê berxwedaneke mezin nîşan da. Emê di vê demê de jî têkoşîna xwe mezintir bikin. ev konferansê jî wê bibe wesîleya rêxistinbûna me ku em bikarin xwe ji nû da ava bikin.

Piștî axaftinê Perspektîva Rêber Abdulah Ocelan û Rapora salane ya Kongra Star a bajarê kobanê ya ji bo salên 2025 û 2026an hat xwendin.

Piştî xwendina raporê, sînevîzyonek li ser kar û xebatên Kongra Star a bajarê kobanê hat pêşkêşkirin.

Di berdewama konferansê de encamnameya konferansê hat xwendin.

Encamname wiha ye:

Li ser esasê menîfestoya aştî û civaka demokratîk bi rihê şoreşa Jin Jîyan Azadî bi rihê berxwedana demê bi yek îrade û yek helwest ku di konferansa jinan a 2025/2026 nirxandina û qasî hatî kirin em gihiştin vê encamê.

1-Tekoşîna me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

2-Parastina destkeftiyên şoreşa jinan  û di pêvajoya avakirina Sûryeyeke demokratîk de berdewamkirina  jiyan Ji bo misogerkirina mafê jinan  bi awayekî destûrî qanûnî.

3-Ji nû ve avakirina komînên jin.

4- Meşandina kar û xebat rêxistin û perwerdekirina jinan û civakê li ser asasê manîfetoya aştî û civaka demokratîk.

5-Ji bo berdelên giran biha di riya parastina zimanê kurdî de hatin dayîn bi israr û biryardarî li ser wê xetê meşandin û fermîkirina zimanê kurdî û bi taybet minhaj û meteryalên kurdî.

6-Xortkirina Aboriya jinan bi riya komînal û kooperatîf.

7-Bi hişmendiya azadîkirina tevahî jinê Sûrî bilindkirina asta tekoşîn û xebatê di nava saziyê entegre bûne.

 Konferans bi hilbijartina Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê ku ji 5 kesan pêk tê, bi dawî bû.

Navên Rêveberiyên ku hatine hilbijartin

Sara xelîl,Xnav xelîl,Macîda Hesûn,Nesra Derwîş, Lujeyn Salim

Konferans bi sitranên koma Hîlal zêrîn bi gerandina govendê û Tîlîliyên dayîkan bi dawî bû.

(s o)

ANHA