Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin

Pêkhateya Suryan li pêşiya avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanê dayikê kir, her wiha xwest mafê perwerdeya bi materyalên bi zimanê suryanî were misogerkirin.

Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin
Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin
Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin
Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin
Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin
Bi çalakiyekê daxwaza naskirina zimanî suryanî kirin
19 mijdar, 2026   14:34
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên Suryan ji bo daxwaza naskirineke fermî ji bo zimanê suryanî di perwerdeya giştî de, li pêşiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya li bajarê Hesekê çalakiyek li dar xist.

Beşdarên çalakiyê pankartên ku li ser bi zimanê suryanî, kurdî, erebî û ingilîzî daxwazên xwe yên naskirina zimanê suryanî, siberoja perwerdeya fermî û parastina saziyan dikin, rakirin.

Berpirsyara Saziya Olef Taw a Zimanê Suryanî Sofiya Yûsif di çalakiyê de daxuyaniyek xwend û wiha anî ziman: “Mafê me yê dîrokî û çandî heye û nabe ku bê paşguhkirin, zimanê suryanî ne tenê wesîleya dan û standinê ye, ew nasname, bîr û mîrateya şaristanî û mirovahiyê ye, parastina wê berpirsyariyeke nîştimanî ye.”

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

- Divê zimanê suryanî bê naskirin û mafê wê yê destûrî û qanûnî bê misogerkirin.

- Divê derbasî dibistan û materyalên perwerdeyê yên fermî bibe.

- Divê saziyên perwerdeyê yên suryanî bên naskirin.

- Divê mafê nifşên nû yê perwerdeya bi zimanê dayikê bê misogerkirin û bê parastin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxwazên wan ne li dijî tu kesî ne û ji hebûna ziman an pêkhateyekê kêm nake, divê li Sûriyeyê mafê hemû pêkhateyan bê misogerkirin.

Çalakî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.

(sb)

ANHA