Guhertina hevsengiya hêza navneteweyî rojeva medyaya Erebî bû

Nivîs û analîzên Medyaya Erebî bal kişandin li ser  siberoja sistema navneteweyî û tevgera hêzên mezin û pirsên li ser sînorên têgihîştinên Amerîka-Rûsya-Çînê û rola Ewropayê di biryardana navneteweyî de.

Guhertina hevsengiya hêza navneteweyî rojeva medyaya Erebî bû
20 mijdar, 2026   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Guhertinên hevsengiya hêza navneteweyî û siberoja sistema gerdûnî de di nav mijarên herî berbiçav de bûn îro di rojname û dezgehên medyayê yên Erebî de.

CIVÎNA SÊALÎ Û JI NÛ VE ŞÊWEKIRINA HEVSENGIYA HÊZA NAVNETEWEYÎ

Rojnameya Kuweytî El Rai gotarek bi sernavê "Ji bo ku nebe Yaltayek Duyemîn... Civîna Sêalî û Ji Nû Ve Şêwekirina Peymanên Navneteweyî" weşand û hişyarî da li ser îhtîmala ku têgihîştinên di navbera Washington, Moskow û Pekînê de veguherînin rêkeftinên li ser qadên bandorê bêyî beşdariya aliyên têkildar.

Di gotarê de Konferansa Yaltayê ya 1945an wekî modelek dîrokî ji bo têgihîştinên di navbera hêzên mezin de li ser qadên bandorê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi nav kir û destnîşan kir ku civîna niha pirsan li ser şêweyê rêziknameya navneteweyî ya ku her sê welat dixwazin ava bikin, ji ber pirsgirêkên bi hev ve girêdayî yên Ukrayna, Îran, pêşbaziya bazirganiyê û çekên navokî, derdixe holê.

Rojnameya Îmaratî El Xalîc, di nivîseke xwe ya bi sernavê "Daxuyaniya Aştiyê, Ne Dîrokçêkirinê" de, behsa sînorkirinên têgihîştinên ku di Civîna Shenzhenê de hatine bidestxistin kir û diyar kir ku ew ji guhertinek dîrokî di sistema navneteweyî de kêm in.

Rojnameya Lubnanî El Exbar, di gotarek bi sernavê "Civîna (Bê) Lihevkirinan" de, li ser cûdahiyên di navbera şert û mercên navneteweyî yên heyî û yên Konferansa Yaltayê ya 1945an de nîqaş kir  û îhtîmala ku civîna lûtkeyê bibe sedema lihevkirinên stratejîk ên berfireh di navbera hêzên mezin de red kir.

Di rojnameya El Şerq El Ewset de, di bin sernavê "Hilhildan û Rojavabûn - Ewropa ji Dîrokçêkirinê Bêpar e", gotarek hate weşandin ku hişyarî da ku Ewropa êdî beşdarê çalak ê şekildana têgihîştinên ku çarenûsa krîz û şerên navneteweyî diyar dikin nîne û ji pêvajoyên biryardanê yên hêzên mezin hatiye dûrxistin.

Gotarê tekez kir ku veguherînên berdewam ên di pergala navneteweyî de, ji şerê Ukraynayê bigire heya aloziyên li Rojhilata Navîn, bêyî hebûnek bi bandor a Ewropî pêk tên, ku pirsên li ser siberoja rola Ewropayê û şiyana wê ya ji nû ve bidestxistina pozîsyona xwe di hevsengiya hêzên navneteweyî de derdixe holê.

(k)

ANHA