Ciwan Îso: Hemû aliyên têkildar bi cidî nêzî dosyaya vegera koçberan nabin

Rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso got aliyên têkildar berpirsên derengmayîna vegera koçberan in. Tenê ji sedî 20 malbatên koçberan vegeriyane, hîna malên koçberan desteserkirî ne û garantî nayê dayîn ku bi ewle vegerin.

Ciwan Îso: Hemû aliyên têkildar bi cidî nêzî dosyaya vegera koçberan nabin
Ciwan Îso: Hemû aliyên têkildar bi cidî nêzî dosyaya vegera koçberan nabin
Ciwan Îso: Hemû aliyên têkildar bi cidî nêzî dosyaya vegera koçberan nabin
20 mijdar, 2026   06:05
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Koçberên Serêkaniyê piştî dagirkirina warê wan sala 2019`an ve heyanî niha li bendê ne ku rojekê vegerin warê xwe û bi ewle bijîn. Karwanê yekem ê koçberên Serêkaniyê 10`ê Tebaxê bi rê ket û vegeriyan warê xwe û heyanî niha tenê nêzî 4 hezar koçberî vegeriyan herêmên xwe lê hîna 10 hezar koçber bê xwedî û li kampan li benda vegerê ne.

Ji meha Tebaxê ve êdî rêxistinên mafên mirovan alîkariyê li koçberên Serêkaniyê belav nakin. Ew 10 hezar koçber niha ketine rewşa li ser dîwarê arafatê ne. Şert û mercên wan ê mayîna li kampê zehmet bûye û nikarin bi ewle vegerin warê xwe.

Têkildarî vê mijarê rêveberê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso ji ajansa me re axivî û got: "Hemû aliyên têkildar cidî nêzî dosya vegera koçberên Serêkaniyê nabin. Stratejiyeke vegerê ya zelal nîn e û garantî nayê dayîn ku hemû koçber bi rûmet û ewle vegerin herêmên xwe. Aliyên têkildar li gorî tê xwestin cidî nêzî vegera koçberan nabin. Koçberên ku vegeriyan di rewşeke zehmet de ne. Garantiya vegera birûmet û ewle ji bo wan nayê dayîn. Malên koçberan hîna desteserkirî ne, mal û milkên wan gelek zirar dîtiye. Niştecihên ji derve hatine Serêkaniyê tenê 50 mal vala kirin lê hîna malên dîtir desteserkirî ne û jê dernakevin. Li gundan jî di encama dizî û wêrankirinê de mal û milkên koçberan gelek ziyan dîtiye.”

Îso diyar kir ku sozên têne dayîn pêk nayên û wiha got: “Sozên ku ji bo koçberan hatine dayîn pêk nayên. Vegera koçberan dereng dikeve û giran e. Ji sedî tenê 20 (8 karwan) vegeriyan. Ji bo koçber vegerin divê malên wan bêne valakirin. Her wiha rêyên giştî bêne vekirin û ji bo vegerê lez bikin. Vegera birûmet û ewle mafekî mirovî û exlaqî yê koçberan e. Lê heyanî niha ev maf nedane koçberan û aliyên têkildar tu girîngiyê nadin vê yekê.”

Di dawiyê de Îso got ew wek komîteya koçberan êşa wan tînin ziman û daxwaz dikin ku koçber birûmet vegerin herêmên xwe û got: “Em nûnertiya pirsgirêka koçberan dikin, êş û dengê wan digihînin gelek aliyan. Niha jî pêvajoya vegerê dişopînin. Hîna mekanîzmaya vegera koçberan ne zelal e, divê li ber vegera koçberan neyê girtin û pêwendiya wê bi kar û barê darayî ve çênekin. Aliyên têkildar berpirsê derengmayîna vegera koçberan e û divê ew vê dosyayê çareser bikin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê ne berpisyara vegera koçberan e, ew bi rêxistin nake û tu pirsgirêkên wê bi tu aliyan re nîn e. Em daxwaz dikin ku garantî bê dayîn koçber bi rûmet û ewle vegerin warê xwe û mafên wan bidin wan."

(np)

ANHA