ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-10-2025
21 cotmeh, 2025   02:00

Siyasetmedar û lêkolînerên bajarê Helebê diyar kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanîn û sûcên rejîma Baasê tînin bîra mirov. Siyasetmedaran got armanc ji van pêkanînan têkbirina îradeya gel û hevgirtina wî ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwanên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan bûne meşaleya mezinkirina têkoşîna azadiyê û got dê têkoşînê bilind bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên koçber ên ji Efrînê bi pêşxistina projeya “Zeeter Efrîn” re ji bilî debara malbatê tevlî pêşxistina aboriya civakî dibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê PYD’ê yê kantona Tebqayê diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî aliyên sûriyeyî ji mafên wan ên sereke dûr dixe û got “Ev rê li ber çareseriya siyasî digire û destê derve di dosyaya Sûriyeyê de dirêjtir dike.” BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîskarên ji bajarê Hesekê diyar kir ku ji bo ku dewleta Tirk xwe ji bayê guhertinê yê tê rizgar bike, li pêşberî wê 2 bijarte hene; yan demokrasî û qebûlkirina pêkhateyên din ên li Tirkiyeyê bi rêya pêkanîna pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin an jî rûbirûyî wêraniyekê ji hundir ve be. BI WÊNE Û DÎMEN

51 weşanxane, pirtûkxane, komele, yekitî, bi hezar û 314 pirtûkên bi zimanên kurdî (kurmancî, soranî, kirmanckî), erebî, ermenkî, suryanî, îngilîzî û tirkî beşdarî Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a 9’emîn bûne. 807 pirtûkên 6 weşanxaneyan ku di 2025’an de hatine çapkirin jî, ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve li Helebê hatine astengkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê cenazeyên şervanên QSDˊê Çiyager Amara, Egîd Serhed, Delîla Dêrsim, Erdal Wêran Şar û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Reşîd Mihyedîn Omer li Pakrewangeha Şehîd Xebat Dêrik defin dike, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star a Til Temirê ya kantona Cizîrê ji bo şehîd Bêrîtan di salvegera wê ya 33ˊyan de çalakiyekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a 9ˊemîn di roja xwe ya dumeyîn de li Parka Azadî ya Qamişloyê didome, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk, ji bo piştgiriya QSDˊê, li qada keracê ya bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê konsertekê li dar dixe, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN