Nivîskarên ji Hesekê: Eger Tirkiyeyê gavên pratîkî neavêje wê hilweşe

Nivîskarên ji bajarê Hesekê diyar kir ku eger Tirkiye gavên pratîkî li hember banga aştiyê ve neavêje, wê ji hundir ve hilweşe û got, 2 bijarte; yan demokrasî û an jî wêranî li pêşiya dewleta Tirk hene.

Nivîskarên ji Hesekê: Eger Tirkiyeyê gavên pratîkî neavêje wê hilweşe
21 cotmeh, 2025   07:30
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata 2025ˊan Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, da ku çekan bêdeng bike û pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn bi awayekî berfireh bi diyalog û aştiyê çareser bike. Lê belê, rayedarên Tirkiyeyê hîn jî li ser erdê gavên berbiçav nevêtine û nahêlin ku komîsyona ku di parlementoya Tirkiyeyê de hatiye avakirin bi Rêber Abdullah Ocalan re bicive.

Di vê çarçoveyê de, nivîskar û çalakvanê siyasî Mihemed El Ceza diyar kir ku dewleta Tirk hîn jî bi zihniyeteke neteweperest a şovenîst ve girêdayî ye û destnîşan kir ku "Dewleta Tirk di rastiyê de, li ser xwîn, kuştin û çewisandina nasnameyan hatiye damezrandin, kuştin rêbazeke bingehîn di jiyana rayedarên Tirk de ye. Tirkiye bi sultanên Osmanî dest pê kir ku kurên xwe kuştin da ku di desthilatdariyê de bimînin û bi tunekirina neteweyên din ên wekî Kurd, Ermenî û yên din hatin hatine roja me ya îro."

El Ceza diyar kir ku Tirk li herêmê kêmnetewe bûn, ji ber vê yekê di nav tirsa berdewam de dijiyan. Ew bi fikrên nijadperest û şovenîst hatine mezinkirin, berevajî Kurd û pêkhateyên din ên herêmê, ku bi hezkirina azadiyê hatine mezinkirin.

El Ceza anîn ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, li ser bingeha dîroka dirêj a têkoşîn û dan û standinên bi Tirkiyeyê re, hat kirin.

El Ceza amaje bi wê yekê kir ku dewleta Tirk bi girîng û pêwîstiya serxistina pêvajoya aştiyê bawer e, ji ber ku dizane digel guhertinên herêmî û navneteweyî de bayê guhertinê tê.

Têkildarî tirsa dewleta Tirk ji pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo daye destpêkirin El Ceza got dewleta Tirk ji vê pêvajoyê ditirse, ji ber ku ji azadî û demokrasiyê ya ku bi zordarî û desthilatdariya xwe standiye, ditirse. Pirsgirêka Kurd pêvanê demokrasiyê ye û neçareserkirina wê tê wateya nebûna demokrasiyê li Tirkiyeyê.

El Ceza destnîşan kir ku ji ber zihniyeta nijadperestî û despotiyê, berjewendiyên takakesî, redkirina çareserkirina pirsgirêka Kurd û neberdana Rêber Abdullah Ocalan, desthilatên Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê asteng dikin.

Mihemed El Ceza anî ziman ku ger dewleta Tirk dev ji zihniyeta xwe ya şovenîst berda wê demê pêvajoya aştiyê bi ser dikeve, lê ger bi bin ket, wê demê Tirkiye li beramber karesatekê ji hundir ve ye. El Ceza da zanîn ku Kurd rewş heyî qebûl nakin.

Di dawiya axaftina xwe de El Ceza destnîşan kir ku Kurd niha ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe yek in; ji Îmraliyê bigire heta bi Hewlêr, Mahabad, Rojava û heta bi Amedê. Wê Tirkiyeyê heta ku hemû bijarteyên xwe ji dest dide bicihanîna pêvajoya aştiyê dereng bixe.

Li aliyekî din jî nivîskar û endamê Yekitiya Nivîskarên Eereb Mihemed Baqî got pêdiviya dewleta Tirk bi guhertineke rastîn di têkiliyên xwe bi neteweyên li hundirê wê dijîn de heye, bi taybet Kurdan. Baqî anî ziman ku dewleta Tirk di nava neteweyan de fitne derxistin, komkujî pêk anîn û li dijî wan şer kir.

Baqî diyar kir ku dewleta Tirk hê jî bi çavê dewleta Osmanî li xwe dinêre, ku xwe xelîfeta milsimanan dibîne.

Der barê qedexekirina hevdîtina Komîsyona ku di parlamentoya Tirkiyeyê de hatiye avkirin bi Rêber Abdullah Ocalan bicive de, Mihemed Baqî ragihand ku di nava dewleta Tirk parçebûnên berpirsiyaran heye, hemû ji bo berjewendiyên xwe ne ji bo berjewendiyên gelê Tirkiyeyê dixebitin. Baqî aşkera kir ku dewleta Tirk hê jî tênegihîştiye ku cîhana li derdorê tê guhertin.

Mihemed Baqî di dawiya gotinên xwe de hişyarî da ku "Eger Tirkiye gavên pratîkî li hember banga aştiyê ve neavêje, wê ji hundir ve hilweşe. Astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo ne di berjewendiya wê de ye. Ligel naskirina xeteriyan, lê Tirkiye naxwaze xwe biguherîne."

(ac/fr)

ANHA