ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-10-2026
16 cotmeh, 2026   02:00

Şêniyên bajarê Hesekê bang li rûspiyên eşîran, oldar û malbatan kir ku berpirsyar nêzî pirsgirêkan bibin û rê li pêşiya tevlîheviyê bigirin. 

Rojnamevanê ji Sûriyeyê bal kişand ser zêdebûn zimanê nefretê li herêmê û manîpulasyona siyasî û olî, zêdebûna pirsgirêkan, lawazbûna saziyan û belavbûna agahiyên ne rast, da zanîn ku divê rola saziyên serbixwe bê pêşxistin, hesab ji kesên ku nakokiyan gur dikin bê xwestin û agahiyên rast bên destgirtin.

Xelkê herêma Cizîrê ji ber bihabûna mazotê û dereng xistina dayîna pereyên genim di demsala çandiniyê ya payîzê zehmetî dibînin. Hinek ji cotkaran genim û sebzeyên zivistanê neçandin.

Jinên ji bajarê Qamişloyê destdirêjiya li wêneyên şehîdên jin şermezar kir û gotin bila sûcdar werin dadgehkirin.