ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-10-2026
25 cotmeh, 2026   02:00

Parêzer Elî Mihemed Iskan destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê hêza xwendekaran a hînbûnê, çandî, derûnî û civakî bi pêş dixe û banga misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi awayekî destûrî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rûspiyên eşîra Hemdûn a Şerabiyan diyar kir ku jiyana hevbeş a Ereb, Kurd û Suryaniyan li herêma Cizîrê nimûneya têkiliyên biratiyê ne û banga xurtkirina hezkirin, lihevhatin û yekitiya li dijî hewldanên parçebûn û nakokiyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Studyoya Şehîd Mizgîn a girêdayî Tevgera Çand û Hunera Hîlala Zêrîn, li ser şehîdên azadiya Kurdistanê yên di demên dawî de şehadetên wan hatine ragihandin, berhemeke nû ya bi navê "Leheng" amade kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Rêxistina Emel liselam "Hêvî ji bo Aştiyê" mîhrîcana Çandê li hola Dêra bajarê Til Temirê li dar dixe, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Saziya Civakî ya Çandî ya Ermeniyan semînerek li ser penceşêra memikan li bajarê Hesekê organize dike, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Kongra Star li bajarên Qamişlo, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa û Til Temir, Dirbêsiyê û Hesekê ji bo bîranîna şehîd Bêrîtan civînan li dar dixe, saet 10.00-11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).