ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-10-2026
14 cotmeh, 2026   02:00

- Jinên ji bajarê Dirbêsiyê diyar kir ku zimanê dayikê stûna bingehîn a nasnameya gelan e, divê mafê gelê Kurd ê hînbûna zimanê xwe li dibistanan misoger bibe. BI WÊNE Û DÎMEN

- Hikumeta veguhêz li dijî zimanê nefretê û provokasyonan biryarname derxistin lê hîna provokasyon didomin û biryarnameyên derxistine naxe pratîkê. BI WÊNE Û DÎMEN

- Demsala çinîna hinaran li Efrîn dest pê kir û dê gelek malbat dimsa hinaran ji bo zivistanê amade bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

- Şêniyên gundê Rebîat Rojava yê bajarê Zirganê dibistana gundê xwe paqij kir û dîwarên wê yên ziyan dîtine temîr dikin lê divê saziyên têkildar bibin alîkar.  BI WÊNE Û DÎMEN

- Meclisa Malbatên Şehîdan merasîma xiyabî ji bo 26 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên ku di salên têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn li Stadyûma Heysem Kico ya Qamişloyê li dar dixe, saet 10.00’an. BI WÊNE Û DÎMEN