ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-10-2026
19 cotmeh, 2026   02:00

Şêniyên Girkê Legê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna li hemberî hewildanên derxistina fitneyê û diyar kir ku divê têkiliya xwişik û biratiyê ya di navbera Kurd û Ereban de bê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ji hevdîtinên Osloyê (2008) û Koma Xabûrê (2009) heta Pêvajoya Aştî û Çareseriya Demokratîk, mîsogeriyên hiqûqî ji bo vegera gerîlayan roleke sereke lîstine.

Lêkolînerê siyasî Îbrahîm Mislim diyar kir ku divê Sûriyeyê ji şer û parçebûyîna civakî were parastin û tev li şerê welatên derve nebe.

Rojnameger Argeş Şengalî diyar kir ku Rêveberiya Şengalê teqez dike ku entegrasyona leşkerî tenê têrê nake û divê gavên hevgirtî yên siyasî û rêveberiyê jî bên avêtin.

Rûspiyên eşîra Şerabîn û yên gundê Sibhiyê bi hemahengiya Meclisa Bajarokê Erûrê yê Girkê Legê pêşbirka hespbaziyê li dar dixe, saet 08.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê merasîma bîranîna şehîdên tevgerê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê li dar dixe, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)