ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-10-2026
5 cotmeh, 2026   02:00

Berxwedana Kobanê, di vê serdema nû de ku Sûriyeya nû tê nîqaşkirin, heke gotin di cih de be, ji bo dostan bûye hêvî û ji bo neyaran jî bûye birîneke bêderman. Ev berxwedan bi saya yek ji afirînerên Berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan bi pêş ket. Arîn Mîrkan beriya 12 salan anku di 5’ê Cotmeha 2014’an de li girê Miştenûrê çalakiya fedayî pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Parêzer Elî Îskan bal kişand ser girîngiya bicihkirina mafên zimanî û çandî yên gelê Kurd di destûra bingehîn ya Sûriyeyê de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hatina payîzê re li herêma Cizîrê di nava xwediyê mêşên hingiv de tevgereke çalak tê dîtin, ew niha dest bi pêvajoya derxistina hingivê herêmî yên xwezayî dikin, pê re jî hêviyên xwe yên pêkanîna mijara xwetêrkirinê, piştgiriya aboriya civakî û malê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cotkarên genim li Hesekê ji ber derengmayîna serfkirina fatureyên wan ên mewsim gazincan dikin, li aliyeke din sozên fermî hene ku fatureyên ku dereng mane bi hatina dawiya Cotmehê werin serfkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên li gundewar û bajarê Çilaxa daxwaza parastina destkeftiyên jinan ên ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bidestxistine kirin, her wiha banga pêşxistina hebûna jinan di qadên cuda yên jiyanê de kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Însiyatafa Gel a bajarê Qamişloyê bi armanca şewitandina ala kurdî li bajarê Hesekê daxuyaniyekê li Parka Xwendinê dide, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)