Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Li zanîngehê 25 xwendekar birîndar bûn

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava bikaranîna gaza rondikrêj û gulebaran ku di 16`ê Mijdarê de di qada Zanîngeha Rojava de rû da şermezar kir, da zanîn ku di encama bûyerê de 25 xwendekar birîndar bûn, ew girtina xwendekaran ji ber beşdariya wan di çalakiyeke aştiyane de red dikin, divê rêzdarî li beramberî mafê xwendekaran bê girtin, saxlemî û serxwebûna zanîngehgê bê misogerkirin.

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Li zanîngehê 25 xwendekar birîndar bûn
Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Li zanîngehê 25 xwendekar birîndar bûn
Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava: Li zanîngehê 25 xwendekar birîndar bûn
22 mijdar, 2026   14:52
 QAMIŞLO

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava li avahiya zanîngehê ya li bajarê Qamişlo, têkildarî bûyera 16`ê Mijdarê (2026) ku piştî serdana şandeya hikumetê ya ji Parêzgeha Hesekê ji bo zanîngehê rû dabû daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna xwendekaran, bi zimanê kurdî ji aliyê Xwendekar Mehebad Adil Serhan, bi zimanê ingilîzî b.. hat dayîn.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Ji bo gelê me, hemû saziyên akademîk, saziyên mafên mirovan, xwendekarên cîhanê û raya giştî:

Ji berpirsiyariya xwe ya di temsîlkirina xwendekarên Zanîngeha Rojava û parastina maf, rûmet û ewlehiya wan de, em bi fikar û nerazîbûneke mezin li bûyerên mixabinî û girîng ên ku di dîroka 16`ê Mijdarê (2026) de di nava zanîngehê qewimîn dinêrin.

Ev bûyer binpêkirineke aşkere ya xweseriya zanîngehê û gefeke rasterast li ser ewlehî û tenduristiya xwendekaran bûn, Meclisa Xwendekaran heta vê rojê li ser encamên vê bûyerê raste rast eleqadar bû û nirxand.

Bi tenduristiya xwendekarên birîndar û encamên bûyerê re mijûl bû, lewma ev daxuyanî jî bi derengî ket.

Çalakî û xwepêşandana ku ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hatin lidarxistin, derbirîna daxwaz, mafên wan ên rewa û girêdana wan bi taybetmendî, xweseriya akademîk û îdarî ya zanîngeha xwe re ye, diviyabû ev daxwaz bi rêya diyalogê û guhdana dengê xwendekaran bihata çareserkirin; ne ku hêz û tundutûjî li hundirê qada zanîngehê û li hember xwendekarên ku tenê daxwaza mafê xwe dikirin, bihata bikaranîn.

Lê mixabin, tiştên ku me dîtin li qada zanîngehê, bikaranîna bombeyên gaza rondikrêj, avêtina guleyan bûne sedema birîndarbûna 25 xwendekaran.

Ev dîmeneke xemgîn e ku tu carî nayê qebûlkirin û bi tu hincetekê nayê rewakirin, em wekî Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava, van xalên jêrîn diyar dikin:

-   Em bi tundî bikaranîna hêza leşkerî, çekan, gaza rondikrêj û dûxanê li hundirê kampûsa zanîngehê şermezar dikin û vê yekê wekî êrîşeke li ser pîroziya saziya perwerdehiyê û rûmeta hemû xwendekaran dibînin.

-   Em bi awayekî eşkere her biryar an tedbîrên ku armanca wan, girtin an şopandina xwendekaran e, ji ber beşdarbûna wan di parastina mafê xwe û xwepêşandana aştiyane de, red dikin.

-   Em bawer dikin ku dan û stendina bi vî awayî bi xwendekaran re, dê tenê bibe sedema zêdebûna alozî û kûrbûna rewşa tengezariyê li hundirê zanîngehê de.

-   Em daxwaz dikin ku li hember mafên xwendekaran rêzdarî hebe, ewlehiya wan bê garantîkirin, tu kes û tu tişt li dijî wan neyê gefxwarin, zextkirin an jî rastî her curedan û stendineke nebaş bê kirin.

-   Em girêdana xwe bi mafê xwendekarên Zanîngeha Rojava re ji bo derbirîna aştiyane ya daxwazên xwe û parastina xweseriya zanîngehê û taybetmendiyên wê yên akademîk û îdarî nîşan didin.

-   Em ferzkirina her biryareke çarenûsaz a bê diyalog û dan û standin red dikin.

-   Em bang li saziyên akademîk, saziyên mafên mirovan yê navneteweyî û rêxistinên ku mijarên xwendekaran dişopînin dikin ku li hember bûyerên diqewimin helwesteke berpirsiyar bigirin, piştgiriya xwendekaran bikin û ji bo dubare nebûna van binpêkariyan bixebitin.

-    Em wekî Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava piştrast dikin ku rola me ya bingehîn parastina mafên xwendekaran û berevaniya berjewendiyên wan e.

-   Em qebûl nakin ku xwendekar bibin qurbanên biryarên ku siberoja wan a akademîk dixe bin metirsiyê de.

-   Zanîngeh cihê zanist, diyalog û avakirina nifşên nû ye, ne cihê tirsandin û zordariya li dijî daxwazên aştiyane ye. Divê dengê xwendekaran bê bihîstin, rûmet û ewlehiya xwendekaran û mafê wan ê xwendinê xetên sor in ku nayên derbaskirin.”

(sb)

ANHA