Siyasetmedar: Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanînên Baasê dubare dibin

Siyasetmedar û lêkolînerên bajarê Helebê diyar kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanîn û sûcên rejîma Baasê tînin bîra mirov. Siyasetmedaran got armanc ji van pêkanînan têkbirina îradeya gel û hevgirtina wî ye.

Siyasetmedar: Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanînên Baasê dubare dibin
Siyasetmedar: Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanînên Baasê dubare dibin
Siyasetmedar: Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanînên Baasê dubare dibin
Siyasetmedar: Li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêkanînên Baasê dubare dibin
21 cotmeh, 2025   02:35
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Ji 25'ê Îlona 2025ˊan ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dorpêç kiriye. Der barê wê de siyasetmedar û lêkolînerên Helebê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

ˋHELWESTEKE YEKBÛYÎ JI BO VEKIRINA RÊYAN Û BIDAWÎKIRINA DORPÊÇÊˊ

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatme El Hesîno got bûyerên dawîn ên wekî girtina rêyan û dorpêçkirina her du taxan bi armanca astengkirina şêniyên van taxan ku piranî Kurd in.

Fatme diyar kir ku ji bo girtina nêrînên gelek partiyên siyasî ku xwe bigihînin formek hevbeş a li ser bingehên pêwîst ên ji bo vekirina rêyan û pêşxistina peywendiyan di çarçoveya bicihanîna peymana 10ˊê Adarê û 1ˊê Nîsanê de MSDˊê xebatek da meşandin.

Fatme peyman bi destpêka hevkariya rastîn a niştîmanî ya Sûriyeyê wesif kir. Di heman demê de Fatme sûcên "komên beredayî" yên li peravê, Siwêda û Şêxmeqsûd şermezar kirin.

Di dawiya axaftina xwe de Fatme El Hesîno diyar kir ku pêwîstî bi beşdarkirina tevahî pêkhateyan di birêvebirina welat de heye, da ku bigihînin Sûriyeyeke azad û demokratîk ji bo tevan.

'REWŞEKE NEASAYÎ YE'

Dr. û lêkolîner Ferhad Nasan jî anî ziman ku şêniyên her du taxan di dirêjahiya 14 salan de, ji hêla rejîma Baasê di gelek binpêkirinan re derbas bûn. Rejîma Baasê di navbera sala 2018ˊan heta ketina wê ya 2024ˊan dorpêçek giran ferz kiribû.

Nasan diyar kir ku bi hilweşîna rejîma Baasˊê re şênî kêfxweş bûn ku dorpêç bi dawî bibe, lê berevajî wê bi temamî hat, pêkanîn û dorpêç heman in, ji wê zêdetir bi çekên giran êrişî her du taxan hat kirin.

Nasan berxwedana şêniyên her du taxan silav kir û banga rakirina hemû rêbendên ku hatine danîn kir û got: "Li seranserî cîhanê rêbend ji bo girtina madeyên hişbir û çekan tên danîn. Berevajî wê, lê li ser rêbendên li vir welatî li ser wêneyên folklorîk û cilûbergên Kurdî yên di telefonên wan de tên girtin. Ev rewş ne asayî ye."

ˋARMANCA DORPÊÇÊ Û ASTENGIYAN LEWAZKIRINA ÎRADEYA GEL Eˊ

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Welat Mamo girêdayî mijarê diyar kir ku ev kiryar di çarçoveya domandina rêbazên sîstemên zordest de ne, armanca wan jî bi lewazkirina îradeya gelan projeyên xwe pêk bînin.

Têkildarî peymanên hatine îmzekirin Mamo da zanîn ku zihniyeta ku soz dide û nûnerên hikumetê îmze dikin û di pratîzekirinê de direvin qebûl nakin. Mamo destnîşan kir ku revandina welatiyan li ser nasnameyê sûc e.

Mamo destwerdana dewleta Tirk a dagirker di kar û barên Sûriyeyê û cihên biryardayînê de rexne kir û diyar kir ku ew binpêkirina serweriya niştîmanî ye û wiha pirsî: "Gelo dorpêçkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tiştekî niştîmanî ye?"

ˊHEMAN PÊKANÎNÊN REJÎMA BAASÊˊ

Der barê mijarê de, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Mecisa Sûriya Demokratîk (MSD) a Helebê Emîn Elîko got şantaj û binpêkirinên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên kirin dermirovî û derelxaqî ne.

Elîko wiha domand: "Kiryarên ˋkomên beredayîˊ yên ku di bin navê Wezareta Parastinê de tev digerin, hikumeta veguhêz û parêzgerê Helebê Ezam Xerîb dixin rewşeke şermînî xweş. Ezam Xerîb di vê dawiyê de gotibû ku her du tax beşek ji Helebê ne û jiyan dê wekî berê vegere. Lê belê ew komên çekdar fermanên xwe ji aliyên dîtir ve digirin û ev jî birînên şêniyan kûrtir dikin."

Elîko girîngî da zimanê diyalogê û rêbazên aştiyane û got: "Ez bi hêvî me qonaxa bê ji bo tevahî gelê Sûriyeyê ya qonaxa xêrê be."

(mh/fr)

ANHA