ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-10-2026
22 cotmeh, 2026   02:00

Seyda Cegerxwîn ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd têkoşîna xwe bi huner û wêjeyê kir, di jiyana xwe de di gelek pêvajoyan re derbas bû, pirtûk û dîwanên helbestan bi zimanê kurdî yadîgarî neslên nû kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Cotkarên Hesekê anî ziman ku hîna pereyên xwe yên genim bi temamî wernegirtine û derfetên wan nîn in ku amadekariya çandinê bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyeyê Mihemed Zîdo da zanîn ku divê ji bo partiyên siyasî yên li Sûriyeyê bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin guhertinên qanûnî pêk werin, divê jiyanan siyasî were aktîfkirin, nêrîna kurdî were yekkirin û lêvegereke siyasî ya kurdî were avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Hesekê Saziya Xizmeta Pêşxistina Jinan hate vekirin. Sazî dê jinan di aliyê pîşeyî de perwerde bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Mamoste û xwendekarên Kobanê bertekên xwe li hember biryara Wezareta Perwerdeye ya têkildarî zimanê kurdî berdewam dikin û dibêjin ku divê zimanê kurdî bibe zimanekî fermî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyeyê û xwendekarên Zanîngeha Rojava der barê bilindkirina buhayê sotemeniyê û bandora wê li ser veguhestina xwendekaran de daxuyaniyekê li avahiya Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê didin, saet 10.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Gerînendeya Weqfeyên Olî li mizgefa mezin a bajarê Hesekê civînekê ji maleyan re li dar dixe, set 10.00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Partiya Yekitiya Ermenî û Meclisa Civakî ya Ermenî panelekê li ser jiyana hevbeş li navenda çandê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 11.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mizgîn Kurdo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan tê oxirkirin, saet 16.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Bi armanca şermezarkirina biryara wezareta perwerde û fêrkirinê ya der barê perwerdeya bi zimanê kurdî de şêniyên gundên El Asî, El Boxaz û Hiznî yên Til Temirê daxuyaniyekê li gundê El Asî didin, saet 11.00‘an. Navenda Çandê ya Til Temirê ji bo piştgiriya zimanê li komîgeha Şehîd Îbrahîm a li taxa başûrê  çalakiyekê ji zarokan re li dar dixe, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).