‘Perwerde û birêxistinbûn rêya avakirina kesayeta zana û xwedî armanc e’

Xebatên pêşxistina şarezahiyên jinan û perwerdekirinê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê didomin. Jinên tev li dewreyên perwerdeyê dibin, dibêjin perwerde û birêxistinbûn rêya avakirina kesayeta zana û xwedî armanc e.

18 gulan 2024   03:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Perwerde û birêxistinkirin rêya sereke ya avakirina kesayeta zana ya birêxistinkirî û xwedî armanc e mîna ku jinên li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye dibêjin ên ku tev li dewreyên perwerdeyê dibin.

Rêbazên sûdgirtina ji tecrubeyên berê yên jinan, nirxandina encamên analîzên civakî yên têkildarî jinan û civakê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rojeva perwerdeyê ye.

Akademiya Jineolojiyê encamên van lêkolîn û analîzan di pirtûkekê de ku ji 300 rûpelan pêk tê, kom kirin û sala 2021`an bi kurdî bi navê "Bingeha Dîrokî û Siberoja Şoreşa Jinan" çap kir.

37 jin li Meclisa Şehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûdê tev li perwerdeya li ser vê pirtûkê bûne. Hefteyê 2 saetan li hev dicivin û li kêleka gotubêjên li ser pirtûkê, dersên zimanê kurdî dibînin û li qeydên deng ên têkildarî sosyolojiya azadiyê guhdar dikin.

Jin bi awayekî berniçav sûdê ji vê dewreyê digirin û bi rêya mînakên di pirtûkê de hatine bibîrxistin, astengî û zehmetiyan derbas dikin.

Zeyneb Xelîl ku tev li perwerdeyê bûye, got: "Piştî ku min tecrubeyên jinan ên di pirtûkê de dîtin, êdî ez jî xwe bi xwe çareyan ji pirsgirêkên xwe re dibînim."

Zeynebê anî ziman ku bi xwendina vê pirtûkê dixwazin tecrubeyên jinan ên di şer de nas bikin, ji ber ku herî zêde jin di şer de zirarê dibînin û jê encamekê derxin da ku nekevin bin bandora pergala baviksalariyê.

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Şehîd Gulê Selmo Ciwana Kênc jî der barê sedema hilbijartina vê pirtûkê de wiha axivî: "Bi rêya wê, em rewşa jinan, binpêkirin û sûcên li dijî wan û çawa ji azadiya xwe bê par hatine hiştin, dibînin.”

Ciwana Kênc wiha pê de çû: "Di pirtûkê de tê nîşanda ka jinan çawa xwe bi rêxistin kiriye da ku xwe ji desthilatdariyê xilas bikin, zîhniyeta takekesî û zayendperest biguherînin û li şûna wê, jiyana hevbeş ava bikin. Ji ber wê me ev pirtûk hilbijart da ku xwe bi pêş bixin."

(şx)

ANHA